Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
pêşniyarên we bo 16 salîya we - tirşik
pêşniyarên we bo 16 salîya we
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Xwe li ser xelkê neqeherîn, tê ji hema xelas bibe.
(Te gelek tişt derbas kir ji ber vê yekê serbilindim.)



24.02.2021 19:59 | pîroz

2. Dev ji dibistanê bernede. Her çiqas kêrnehatî bî jî dîsa bernede! Dest bi pirtûkan bike,bi taybetî pirtûkên xwegîhanî bixwîne. Wê şermokeya li ser xwe bavêje û bi mirovan re pirr biaxive şerm neke. Tiştekî di dilê xwe de veneşêre,pirsgirêkên xwe eşkere bike.



24.02.2021 22:18 | rodem

3. 16 saliya min ango sala 2019-2020ê ji bo min saleke bêhempa bû. Pêşnîyareke min ji bo min tuneye ji ber ku min ew salê gelek baş derbas kir. Min ji 150yê zêdetir pirtûk xwend, min zimanê xwe gelek pêş ve bir. Min dîroka xwe baştir nas kir. Min xwe baştir nas kir. Min gelek pirtûkên Dînî xwend û hema bibêjin min derheqê tev dîna de bûm xwediyê zanînê. (bi taybetî dinê Îbrahîmî) Her wiha min Încîlê, Quranê hebkî jî tewratê xwend. Lê vê tiştê pêşnîyarê we nakim ji ber ku temena we ne temena van tişta ye. Ji zêdetir min hesabên fake vedikir û min digihîşt her kesî. Ji pastoran bigrin ji faşîsta, ji zimanzan bigrin ji meleyan ji kurdên nizanim ji ku derê bigrin ji nivîskaran. Bi van nasîna kûrahîya zanîna min roj bi roj zêdetir dibû. Axir ez zêde dirêj nekim. Bi kurtasî pêşnîyarên xwe rêz bikim.

1- Rojê hema saetek du saet bişuxile dersên xwe.

2-Pirtûkan bixwîne lê ne pirtûkên klasîk an li ser
evîndarîyê felan. Pirtûkên zanînê, dîrokî û agahîwar bixwîne. Ez li dijî pirtûkên xwegîhan im. Ez bawer nakim tiştekî li we zêde bike.

3-Zimanê xwe baş bizanibin. Her wiha zimanê tirkî jî baş bikar bînin. Rêzimana her du zimanan fêr bibin û xwe ji vê aliyê ve pêş be bibin.

4-Heke derfet hebe fêrî zimanê îngilîzî bibe.

5-Bi her cure mirovî re bikevin têkiliyê.

6- Bi mirovên ji te, ji aliyê zanatî ve baştir be hevaltiyeke bike.

7- Rexneyan qebûl bike û her tim xwe bide rexne kirin.

Ewqas bes e.



25.02.2021 00:09 | yûsiv

4. Mijara ku min tiştek jê fêm nekiriye. Gelo yê mijar vekiriye, xwestiye bêje " şîretan bo 16 saliya bikin an ji bo 16 saliya xwe şîretan bikin?". Ger ya ewil be mijar şaş hatiye vekirin. Lê ger ya dawî be bêwate ye. Lewra kesên ji temenê wan ji 16a bihurîne, nikarin şîretan li temenê xwe yê derbasbûyî bikin. Kesên di 16a û jê kêmtir de jî, dê çawa şîretan li xwe bikin, min fêm nekir. Pardon pêşniyarî. Yanê bi min mirov kare pêşniyarî li yekî bike an kesek kare pêşniyarî li mirov bike. Bi xwe xwe mirov çawa pêşniyariyan dike nizanim.



25.02.2021 00:14 | tîrêj zana 21

5. neçe dîcle û diyarbekir û endazyariya mekanîkê, salek din jî xwe bigire!



25.02.2021 12:10 | endazer

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyarên ji bo kesên ku têkiliyeke dûrî dijin

Kategoriyên mijarê:: tekili tekili tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî