1. rêbazekî tedawşkirinê ye. di psîkolojîyê de û di allerjîyê de dikare were karanîn. em bêjin tiştek (çi rewşek psîkolojîk, çi madeyek allerjen) we zêde aciz dike û di be sedem ku hûn reaksîyonek zêde bidinê (wek bertekek psîkolojîk an jî allerjîyek ku li bedena we peyda bibe), her ku ew tişt tê serê we, hûn wê berteka fişalkirî û acizker didin. lê piştî demekê, yanî piştî ku hûn zêde zêde (ser hev de an jî bi rêjeyek bilind) rastî wî tiştî werin, wê demê êdî hêdî hêdî laşê we dev ji wê reaksîyona xwe berdide. yanî normalîze dibe. heçko biweste û teslîm bibe. |
|
14.03.2021 08:40 |
simurg56
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |