Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 82 peyam
rêya lîkyayê - tirşik
rêya lîkyayê
(9) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. rêya ku di navbera muğla (hisarönü) û antalyayê (geyikbayırı) ye ku ji 500 kîlometreyan zêdetir e.

rêya qewmê çiyayiyan ê antîk ê lîkyayiyan bûye ku 3000 sal berê li wê heremê jiyane. gelek bajarên biçûk li ser wan çiyayên qeraxa behra spî ava kirine û bi xêra herêma asê û dijwar, demeke dirêj him li behrê him jî li heremê hikmê xwe domandine.

rêya ku gelekî meşhûr e, û li ser rê 30 heb bajarên antîk ên ji şarezayên cûrbecûr hene. ya herî navdar bajarê antîk a olîmposê ye. gelek turîst û sporvanên çiyê tên vê derê û bi rojan dimeşin.

min dil heye vê havînê bi hevalê xwe re herim wir û qasî bikarim bi rojan bimeşim di wê riyê de. me dest bi planê kir, eger qedexeyekê an jî pirsgirêkekê tune be em ê biçin.



12.05.2021 18:49 | xelîl

2. rêya ku ez û hevalekî em hefyekî li ser meşiyan û heftiyekî jî bi otostop û dolmişan gund bi gund, bajar bi bajar geriyan. digel germahiya zêde, barê giran û erda asê, tecrube û serpêhatiyeke newaze bû, bi dimenên behra spî, bi xwezaya xwe ya bi dar û daristan û bi dîroka xwe ya kevnare ya 3000 salan ku lîkyayî, helenîst, romayî û bîzansan li pey xwe hiştine.

me ji fethiye'ya muğla'yê dest pê kir û li kemer'a antalya'yê dawî bi gera xwe anî. ji fethiyeyê heta kaşê em meşiyan û kaş'ê heta kemerê jî bi otostop û dolmişan em geriyan. nêzikê 180 km meşiyan û li ser hev 260 km geriyan.

her tiştên me li ser pişta me bû û em kengî diwestiyan me konê xwe vedida û em radizan. xwarin jî me çiqas dikarî bixwe çêdikir lê hinek caran em zêde diwestiyan me li derve xwarina xwe dixwar. em diçûn li ku derê, cihên kampê hebûn lewma bi bihayeke erzan me dikariya ser û cilên xwe bişûn û telefon û powerbankan şarj bikin.

ji ber ku em herdu jî li kurdistanê li ser çiyayên asê mezin bibûn, hilpekîn û nişîvbûnên girên mezin em zêde aciz nedirin. ya rastî ez hinek xam bibûm jiber homeofficeê lewma di destpêkê aciz dibûm :(. lê ya zehmet germ û hêlma kambax bû ku em qet hîn nebibûn. ew ji serhedê bû ez jî ji xerzanê bûm, du heremên hênik. û herwiha av jî tunebû li ser rê. min her carî xweziya çiyayên tetwanê dikir ku li her derê kanî û çem hene. :/

tişta ez matmayî hiştim ew bû ku li her dera em diçûn bajarên antîk an jî kavilên hezar salan hebûn. di bin her gavê ku me diavêt bermayiyên dîrokî hebûn. ji xwe re şarezayiyeke mezin ava kirine digel hemû astengiyên erdnîgarî û beşerî. bi huner, bazirganî, deryavanî, nexşebendiya keviran û gelek tiştên din pêş ketine û di navbera eşîr û bajar-dewletan de yekitî ava kirine. ji bo tengasiyên erdnîgarî çareseriyên civakî dîtine. şervan nebûne lê mileteke wêrek bûne û xwedî hestên netewperwerî û xweserî bûne.

ji bo xweza û behra heremê ti gotinên min tune ne. em hemû jî dizanin û me meth û pesnên peravên bahra spî bihîstine. me çiqas karî em ketine behrê. ew behra zelal û temîz. tenê tişta em aciz kirin germ bû, xwezî me bihara ewil vê gerê bikira lê ji ber karên me, me tenê karî havînê em derkevin betlaneyê.

dixwazim lîsteya tiştên ku me bi xwe re biribûn li vir binivîsim belku tirşvanek vê riyê bimeşe:
(barê me herdûyan jî nêzikê 14-15 kîloyan hebû (me av zêde zêde dibir bi xwe re))

- çenteyeke 60 lîtreyan
- boteke heta zendê
- kon
- mat
- tulumê xewê
- baton (navê kopalê yê profesyonel*)
- cilên yedek (min xêyn ji yên li ser xwe: du tîşort, şortekî, goreyekî û du baksir bi xwe re birin)
- xawlî û şorta behrê (yên zû ziwa dibin)
- şewqe
- şarpeyekî him ji bo girtina stûyê û ziwakirina xwîdanê
- powerbank
- lembeya seran û pîl
- firçe û mecûna diranan
- melhema tavê û vazelîn
- dermanên êşbir ên ser û masulkeyan
- pirtûk
- berçavka tavê (lê min qet li xwe nekir)
- xwarinên sivik û merivan têr dikin, çerez
- cewdik ango metere ji bo avê (me hertim nêzikê 3 lîtreyan bi xwe dibirin)
- çaydan (kurd bê çay aş nabin*)
- heste

yên dixwazin dikarin wêneyên min li ser instagramê parve krine binêrin. Here lînkê



09.08.2021 22:40 | xelîl

3. rêyeke dirêj û dijwar a ku her kes dixwaze bimeşe lê kêm kes hewl dide. ji zanîngehê ve heya niha dixwazim biçim û bimêşim lê qet li hev nehat û nekarîm biçûma. :/



10.08.2021 08:55 | qurreder

4. heya niha du heval piştî min çûn li vê rêyê meşiyan û her du jî ji nivîsa min a li jor sûd wergirt. pir şa bûm ku nivîsên me yên li tirşikê tên xwendin û wek çavkanî tên dîtin.

lewma tu car nekevin valahiya 'yaw ger ez li vir binivîsim, dê kî bixwîne û jê sûd werbigire'. gelek kes beriya lêkolînekê tirşikê kontrol dikin.



17.03.2024 23:50 | xelîl

5. Rêya ku ez dixwazim li hespê siyar bim û bi hespê re bigerim. Nizanim ew çiqas mimkin e.
Xwezî xelîlbeg li me re rêbera gera rêya lîkyayê ya bi hespan jî amade bikira ku em bi hespan xwe li Rêya Lîkyayê bigerin.



19.03.2024 15:55 | tirsik.ai

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêya qoserê

Kategoriyên mijarê:: geruturistik geruturistik geruturistik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî