Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 62 peyam
hogir ar - tirşik
hogir ar
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hunermendê ku di instagramê de li hin karên wî rast hatim, kêfa min jê re hat. Lê ez dixwazim çend tiştan li ser hunera ku dixwaze bike bêjim.
Hin berhemên hunermendan gelek caran xwe dispêre berhemên beriya ku mirov berhemên xwe yê resen ava bike. lê ev tişt nayê wateya ku mirov li ser berhemên hunermendan guherînên biçûk bike û navê xwediyê wan berheman nede û bêje ev hunera min e.

Ez dixwazim vê mijarê berfirehtir bikim: tu dikarî ji dengê "Şakiro"yî re muzîkê çê bikî lê tu nikarî bibî afirîner û xwediyê wê kilamê, tenê tu dibî kedkarê wê muzîka ku te li wê kilamê zêde kiriye.

Di helbestê de jî mînakên bi vî rengî henin tu dikarî helbesta xwe weke îlhamgirtinekê an xweşkirinekê ji helbestekê re bikî lê divê tu navê wî helbestvanî jî bidî.

An tu fîlmekî li ser fikrekê ava bikî, mînak weke Zekî demirkubuzî fîlmê "yazgi"yê li ser fikra Albert Camus'yî romana "Biyanî"yê ava kiriye, demirkubuzî nikare bêje felsefeya vî fîlmî min afirandiye û jixwe hunermend vê nake dibêje min ji vî şexsî an ji vê fikrê sûd wergirtiye. Rastiya vî karî ev e. Hunermendî vê divê.

Ez dikarim mînakan pirtir bikim lê ez dibêjim qey bes e. Hogir, xortekî Jêhatî xuya dikî lê piraniya berhemên wî bê nav dayîn ji ên hinekî din e, ev tişt wekî min li jor jî rave kiriye ne rast e. Ne ji bo hunermend û ne ji bo hunera Kurdan.

Ji dil jê re Serkeftinê dixwazim.

Ji bo yên ku bibêje, Ka te çi got me fahm nekir:
Rebeka Elizegi:
Here lînkê

Hogir Ar:
Here lînkê



13.07.2021 13:40 ~2021.10.15 18:11 | mefer

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» hogir ar

Kategoriyên mijarê:: hunerwenesazi huner hunerwenesazi huner hunerwenesazi huner
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî