Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dara defneyê - tirşik
dara defneyê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dara Dafneyê, yek ji darên herî hêja yê herêma Deryaya Navîn e, di her demsalê de bi pelên xweyên kesk û bîhna xweya bîhnxweş bûye sembola aştî, serfirazî û nemiriyê. Ew jî wekî darên din ên dîrokî çîrokek pir xemgîn ê evîniyê di dilê xwe de veşartiye. Ez ê jî, îro ji we re qala evîna nûwaze ya Dafneya perîya avê û Apollonê xwedawend bikim.

apollon di mîtolojîya yewnanî de xwedawenda rojê, ronahî, helbest, muzîk, tîr û kehanetê ye. Apollon, kurê Zeus û birayê Artemisî ye û kevanek pirr baş e.
defne keça xwedawenda çemê ya peneus e. Gelek mêr evîndarê Dafneya ku bi xweşikbûna xwe navdar e, bûne lê belê Dafne biryar daye ku heta dawiya jiyana xwe bi kesî re nezewice û ji ber vê yekê wê tu daxwazek zewacê qebûl nekiriye.
eros di mîtolojiya yewnanî de xwedawenda evîn û seksê ye. Li ser hatina wî ya cîhanê ramanên cûda hene. Li gorî rîwayetek, ew kurê Aphrodite û Hermes e. Eros bi tîr û kevana xwe mirovan dilketî dike an jî nefretî dixe nav wan.

Rojekê, dema ku Apollon bi ereba xwe ya ku ji hêla çar hespên îlahî ve tê kişandin li ezmanan digeriya, wî xwendevanê evînê ango Eros dît. Eros bi tîr û kevana xwe ya mirovan eşiq dike re mijûl bû. Apollon, çend roj berê ejdehayek kuştibû û bi serfiraziya xwe serbilind bû bi wê serbilindiya xwe gazî Eros kir:
-Ya xwedawenda evînê! Ev amûrên şerî li destê te nayên. Ev ne ji bo zarokan hatine çêkirin. Ger wan bidî min, ez ê wan cihê ku lazim bû, ango li meydana şer, bikar bînim. Tu dizanî, gava ez tîrê diavêjim tam cihê ku dixwazim lê bikeve, dikeve. Di vê mijarê de ji min baştir kesek tuneye.

Divîyabû Eros neyê eciz kirin. Ew ji helwesta biçûkdîtina Apollonî gelek hers û aciz bû û wî jî ji Apollon re wisa got:
- Ya Xwedawenda rojê, muzîk û tîrê, Apolloyê bihêz û zana. Bêguman, di gotina te de qurmekî rastiyê heye. Nîşana te baş e û di avêtina tîrê de gelek serkeftî yî. Lê tiştek heye ku te ji bîr kiriye: Bila haya te ji hebe, tîrên min jî dikarin li te bikevin. Tu çima karê min wiha biçûk dibînî?
Piştî ku Eros gotinên xwe xilas kir, ew bilez ji Apollonî dûr ket lê wî li wir sond xwar ku dê heyfê jê hilîne.

Rojekê Apollon li welatê xwe yê bi rengê kesk xemilî, rûniştibû. Dema bi lîra xwe mijûl dibû, dît ku Dafneya perîya avê ya bedew bi tena serê xwe, di daristanê de dimeşe. Çawa wî ew dît di cihê xwe de recifî. Wî di rewşek ji xwe çûyî de dest bi temaşekirina periya avê ku bedewiya wê heya xwedawenda jî hesûdî dike, kir. Lê kesek din jî li wan temaşe dikir: Eros, xwedayê evînê... Gava Eros dît ku wextê heyfhilanîna Apollonî hat kêfxweş bû. Wî ji rezerva xwe du tîr derxistin: yek bi zêr hatibû rapêçan ku bi evînê vedijî, ya din jî bi zirincê hatibû rapêçan ku ew jî bi nefretê vedijî. Wî tîrê zêrîn avête tam dilê Apollan û Apollan kir evîndarê Dafneyê, tîrê zirinc jî avête dafne û kir ku Dafne, heta dawiya jiyana xwe ji Apollonî nefret bike.

Apollon ji bo vê perîya bedew bibîne ji keyaniya xwe ya li ezmanê dadiket û bi dizî her roj wê temaşe dikir. Êdî ne serfirazîya wî ya cengê, ne nîşangira wî ya nêçîrê ne jî awaza xwedayî ya ku bi hosteyî bi lîra xwe dixist ew kêfxweş dikir. Tenê wî hezkirina Dafneyê bextewar dikir. Ew her roj diçû daristanê û li bedewiya Dafneya ku xwedawenda jî hesûd dike, dinêhêrî Her ku roj derbas dibûn, ji dûr ve temaşekirina Dafneyê êdî têra Apollon nekir û wî ji xwe re got:
- Ez Apollonê hêzdar, qeşeng, bêtirs, xwedayê ronahî û muzîkê me . Ez çima ditirsim? Ez ê biçim bi vê keçika bedew a li daristanê re biaxivim da ku êşên dilê xwe bifetisînim, dilê min ji evîna wê dilerize û singê min dipîve.

Piştî ku Apollon wêrekiyek bi vê rengî da xwe, derket pêşberî Dafneya bedew. Gava Dafneyê ji nişka ve Apollon dît, gelek tirsîya û reviya. Apollon jî li dû wê bazda. Di heman demê de jî, Apollon hezkirina xwe Dafne re diqîriya:
-Bisekine, nereve xweşiktirîn keçika Perî. Ez Apollon, xwedawenda rojê, muzîk û ronahiyê me. Ez ne dijminê te me. Li ser vê rûyê erdê kesek tuneye ku ji min hez neke û min red bike lê nizanim tu çima ji min direvî?

Nîyeta Daphne tunebû ku bisekine. Berevajî bi bandora tîra nefretê ya di dilê wî de, ew ji van gotinên evînê yên Apollon hêj bêtir tirsîya û heta ji dihat ji Apollon dûr diket û direviya. Apollo bi bêhêvîtiyê li pey Dafneyê baz dida. Di heman demê de, wî gazî wê dikir û wî wisa got:
-Ji min nereve, delalê. Binêr, ez xwedayê ronahiyê me, lê ez bi evîna te kor bûm, ez xwedayê tîrê me, lê ti dermana min ji vî tîra evînê re ku di dilê min de asê mayî re tuneye. Bisekine, ji min nereve, ev tiştê ku li pey te baz didim evîn e, ne dijminî ye!

Di vê navberê de, zeus, xwedayê xwedawenda, li olymposê li ser textê xwe rûniştiye, li wan temaşe dikir. Zeus xemgîn bûbû ji wê rewşa xirab a ku kurê wî ketiyê, lê wî nedixwest mudaxeleyî bûyeran bike. Hê jî Dafneyê direvî û Apollon jî li dû Dafneyê bazdana xwe didomand. Dûrahiya di navbera wan de her ku diçe kurtir dibû demek hat ku Dafneyê bîhna Apollo di porê xwe de dibihîst. Êdî Dafneyê fêm kir ku îmkana xelasiyê tune, ji nişka ve sekinî û bi lingê xwe erdê dirijîne û diqîre:
"Ey axa pîroz, min veşêre, min biparêze, min jê xilas bike."

gaia qîrînên keçika xwe dibihîse û bi saya behreya keça xwe ya veguherînê alî wê dike. Ji nişka ve laşê Dafneyê giran dibe. Piyên wî dikevin kûrahiya erdê, pora wê ya ku bi bêhna xwe hemû zindîyan gêj dike dibin pêl. Destê wî yên nerm, nazik û lihevhatî dibin çiqilê darê. Dafne êdî bûye bedewtirîn dara cîhanê...

Apolloyê ciwan û bihêz piştî van dît, matmayî ma. Wî gelek hêsirên xemgîniyê rijandin û wî dara Dafneyê hembêz kir. Wî bêhna pelên darê bêhn kir û bêhnê xist kûrahiya dilê xwe. Apollon derbasî li ber darê bû ji dara Dafneyê re got:
-Delala dilê min, min ji te gelek hez kir lê te ez nexwestim û tu ji min reviyay. Xwezî te bizaniya min çiqas ji te hez dikir û li ser rûyê erdê tu mirovek tunebû ku min red bike. Em ê bibûna hevjînê hev. Madem tu nebûy hevjîna min, wê demê tu yê bibî dara min a rûmetê. Piştî vê demê dê hemû mêrxas bi çiqil û pelên dara te xwe bixemilînin. Pelên vê darê ku bi bêhna te rû dide havînê jî, zivistanê jî dê şîn bine. Ez ê bi wan tacek çêbikim û bixim serê xwe. û Yên ku di şeran de biser ketin jî dê bi tacên ku ji pelên te hatine çêkirin, serfiraziyên xwe pîroz bikin. Tu yê li her deverê bibî sembola aştî û serfiraziyê.”

hûn dikarin ji vir jî bixwînin: Here lînkê



03.08.2021 10:02 ~10:03 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dara lalo

Kategoriyên mijarê:: nebat felsefe mitoloji nebat felsefe mitoloji nebat felsefe mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî