1. Amûrekî bo parastina çavê tê bikaranîn. Nexweşiyên çavê; mîyop, hîpermetrop, astîgmat hwd. zêdetir sedemên bikaranîna vê amûrê ne. |
|
15.08.2021 22:20 |
kajav
|
2. Ji ber rewşa mîyop-astîgmatbûnê ji 14 salîya xwe ve bikar tînim. Gava ku cara pêşî çûbûm li ber optîkfiroşê çarçoveyek di wan dema gelekî trend û bûha min bi zorê dîya xwe dabû kirîn. A dîn rojê dema ez çûm dibistanê ku forsa xwe bavêjim, li ser rê yekî dînik bela xwe li min xist û ez di nîvê kolanê de hetikandim. Lawik gotibû "ê leqê, berçavka pîrka min dizîye eva ha!" |
|
16.08.2021 16:22 ~16:23 |
pîroz
|
3. çavê minê rast 1.25 mîyop, 0.75 astîgmate yalî cepê jî 0.75 mîyope ji ber vê ez jî bikartînim |
|
16.08.2021 16:36 |
doesntmatter
|
4. zarok yan mezin, yên ku vî tiştî dikin mesela henekpêkirinê bi qasî yên çivîka aqlê wan nîn e bi xwedê. yê me heta niha di malbata me de yekî ku daye ber çavê xwe nîn e lê xuyaya ji ber mêyzandina sikrînê wê bibe nasîbê min. wê çaxê ezê bi serbilindî bidim ber çavê xwe. |
|
16.08.2021 17:43 ~17:45 |
hueyn
|
5. Ez ji 11 saliya xwe ve wê bikar tînim. Bi rastî ez wê tenê di polê de li xwe dikim. ji ber ku berçavk min aciz dike. çavê minê rast 3.50 mîyop, çavê çapê jî 3.00 mîyope. Ez pir jê nefret dikim.. |
|
15.04.2023 21:01 |
horhorik
|
bayê xerbî [4] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |