Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 60 peyam
ezmûna kurmancî ya zanîngeha artûklûyê ya 2021an - tirşik
ezmûna kurmancî ya zanîngeha artûklûyê ya 2021an
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ezmûn, 24ê tebaxê seat 11an de li fakulteya wêjeyê ya zanîngeha artûklûyê hat kirin. cara ewil ez ketim vê ezmûnê. ezmûn ji 40 pirsan pêk dihat. nîvê van pirsan ji rêziman û wergerê bûn, nîvê din jî di derbarê folklor, wêje û dîroka wêjeyê de bûn.

li gor gotinan îsal ezmûn hêsantir bû. bi rastî jî hevokên wergerê kurt û zelal bûn. pirsên din jî pirsên rasterast girêdayê zanînê bûn. nêzî 120 kesan serî lê dabû. 38 kesan ezmûnê derbas kirin û 30 kes wek esîl 8 kesên din jî wek cîgir di lîsteya serkeftinê de cih girtin.

kêfa min jî gelek ji ezmûnê re hat, herî pirsa bi min balkêş û kêfxweşiyê da min pirsa ''navê hespê ristemê zal çi ye?'' bû.



01.09.2021 21:00 | roberz

2. Yaw, ma piştî xwendina xwe çiqas dixwazim li Zaningeha Artûklûyê Kurdolojî bixwînim û bêm tirşikê forsa xwe bikim....



01.09.2021 21:35 | pîroz

3. Ezmûna ku cêwiyê min li beşa zazakî a bi tez qezenç kiriye. Îsal hevalek bo ezmûnê ji stenbolê hat mixabin ev bû du sal nikare serbikeve. Yên ku serketine wan pîroz dikim. Bi min derfetek gelek baş e.



01.09.2021 21:57 ~21:58 | kajav

4. ezmûna ku bi peyama xwe ya li jor pirseke wek strîyê xiste mejiyê min*:

(bnr: gelo navê hespê ristemê zal çi ye?)

bila yekê ji kerema xwe re bibersivîne*



01.09.2021 22:05 | xelîl

5. Navê hespê ristemê zal rexş e.
çavkanî = Kovara "kürt tarihi dergisi" (ocak-şubat-mart 2019)
hêjmar 35
dosye "kürt mitleri"

nîşe = bikaranîna tirkî hez nakim. lê mixabin zimanê kovarê ev e.



02.09.2021 13:08 | rêwîyêrêyeknenas

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» ezmûna milgram
» kurmancî axaftina afrîkayîyan
» zanîngeha emrîkî ya kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî