Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; astrolojî
peyamên çepikkirî

139237. zanîna ku hebûna xwe li ser tevgerên gerstêrkan ava dike. şîroveyên bircan dikevin astrolojiyê. ne tenê bo pêşdîtina paşerojê lê hema ji bo serrastkirina jiyana monoton jî tê bikaranîn. gelek mirov hene ku bêyî îzna astrologên xwe nakevin bûyerîn mezin -wekî zewicîn, mal kirrîn/firotin, kirrîna piyangoyan hwd. ji fahlên qehweyan û xwendina kefa destê cuda ye, ji ber ku bi daneyan tê şîrovekirin. mîsal heke tu saeta xwe ya jidayikbûnê nizanibe, wê astrolojiî nikaribe bi xweşî alîkariya te bike. jbk astrolog li gerstêrkên wê saetê dinêrin û têkiliya wan derdixin, kurmancî çi ye nizanim lê li birca te ya yukselen û birca te ya heyvê jî dinerin. hwd.

ez bi xwe bawer dikim lê terika wê nagirim. dixwînim, wekî hobî û derbas dibim. lê vê jî bibêjim, hemû taybetiyên birca xwe dihewînim.

heqet rebenê kurd ji kû zanibe di saet çenda de ji dayik bûye. (ez zanim, wê gavê ne kurd im asdfhjfd*)

bo texmînên xweş:
(bnr: faladdin)



06.06.2013 16:08 | endazer