Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyvên li ber sikratê - tirşik
peyvên li ber sikratê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. taştê

Van rojana di malbata me de ji dêvla vê peyvê pir peyva "qahvalti" ya Tirkî dibihîzim. Berê tiştekî wiha tunebû. Me gişan digot taştê. Sed heyf û mixabin peyv jî dimirin.



06.08.2022 21:25 | xabûrî

2. Peyvên bikaranîna wan her diçe kêmtir û firktir dibin in. Jixwe eyan e, cihê wan peyvan jî muadilê wan yê tirkî digrin. Bawerim ji ber ku em li ser ziman difikirin û dinivîsin, di axaftinê de her bala mirov dere ser van peyvên biyanî ku wek pîneyekê dikeve nav axaftinê.

Tiştek din jî, her ku temen kêm dibe bikaranîna wan peyvên biyanî zêde dibe. Jixwe temen dikeve bin 15an ziman namîne.



06.08.2022 22:00 | tîrêj zana 21

3. hemû hejmarên kurdî. ji ber ku bazarî bi pereyên tirkî tê kirin, di nav ziman de jî bi tirkî tê bikaranîn. ne tenê ew, her wiha navê salan jî. yexçarên derûdora min tim tirkî dibêjin. hêvî dikim, tenê bi hawirdora min ve sînordar be.

- ev çiqas e?
- otizyedî!

- tu kengî çêbû?
- di bîndoquzyuzellê de.
-ma nayê bîra te, di sala îkîbînsekîzê de....



07.08.2022 10:00 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên kurdî yên ku derbasî tirkiyê bûne
» berêvkî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî