1. Heta niha, tabî behsa nifşa xwe dikim, bi rastî jî min nedît pirranîya hevalên min û Kurdên din di navbera xwe da, tenê bin jî, li cihek metirsîdar nebin, zimanek dî axaftin pêwîst nebe jî dîsa bi temamî zimanê xwe bikar naynin. Ji bo mînak; hevalên min tev Kurd in yên li zaningehê lê eger ez li ba wan nebim qet Kurdî xeber nadin. Hûnê niha bêjin tu ji ku dizanî? Dizanim, çimkî ji wan dipirsim ew jî dibêjin; em di navber xwe de kêm caran Kurdî diaxivin ew jî ji çend peyvan an jî hevokan derbas nabe. Yanî ji dil dibêjim çima wiha ye? Û dixwazim çend çavdêriyên xwe lê zêde bikim; pirranî ew kesên fitbola me'elûm dişopînin û fanatîkên tîmek vê fitbola me'elûm bin, yên ku dibêjin Che Guevara û Frîda kahlo ji bo Kurdan têkoşîn kiriye( ez rast lê hatim);), yên ji Ahmed Arîf, Yaşar Kemal û yên wekî van hez dikin, yên rêzefîlmê Tirkî hez dikin, yên sorvîvorê hez dikin, yên hêvî dikin dê bi kûponan dewlemend bin, kurên derdê wan tenê destgirtî çêkirine, yên diçin medreseyên feraseta wan nû, kurdî naaxivin, tabî hinek kêmasî di vê kategorî kirinê de hene û ew kesên di nav vê kategoriyê de hemû bi vê awayê nîn in lê kêm zêde bi ya min rewş wiha ye. Hûn jî van çavdêriyan bikin hûn dê bibînin.* |
|
27.11.2022 06:52 |
bayê xerbî
![]() |
2. Pirsa ku gelek caran hişê gelek kesan mijûl dike ye. Bersiv, gorî min ji ber serdest nebûna kurda û heta demekî nêzik derbendbûna kurdî ye. |
|
27.11.2022 18:15 ~2022.11.29 20:21 |
pêşewa
![]() |
3. pirseka girîng e. eger em sedema vê pirsgirêkê rast tespît bikin û li gorî wê çareseriyekê derxin holê em ê bikaribin rewşê ters rast bikin. |
|
28.11.2022 05:04 |
cinorek
![]() |
4. Zimanên biyanî ji wan re weke modern an jî "cool" tê. Ji ber vê yekê car caran li ba dê û bavê xwe , û car caran ji bo nifir Kurdî bikartînin. |
|
30.11.2022 21:48 |
bakur.nekure1
![]() |
5. Pirsa ku formata tirşikê hatiye wêran kirin. |
|
01.12.2022 08:05 |
dilreş
![]() |
6. Pirsa ku ez bersiva wê bi vê pirsê didim:100 sal ji bilî jîyana rojane tu nikaribî zimanê xwe di qadeke din de biaxivî, pêş bixî ma tu çi hêvî dikî? |
|
01.12.2022 11:54 ~2022.12.02 23:09 |
xabûrî
![]() |
7. (bnr: kurd çima formata tirşikê naxwînin) |
|
02.12.2022 01:09 |
mirovekirind
![]() |
8. Bersiveke kurt; dagirkerî, bêdewletî û asîmîlasyona kûr e. Lê ji bo baş fam kirina meseleyê divê dîroka 100 salên dawî ya Kurdan û ya dagirkeriyê bê xwendin û fam kirin. |
|
02.12.2022 21:42 |
şûjin
![]() |
![]() |
kutilk [2] |
![]() |
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [18] |
![]() |
aqilmendkurd.com [1] |
![]() |
paradoks [2] |
![]() |
min bi kurdî nivisî ku ji bilî xwedê û kurdan kesek nikaribe bixwîne [2] |