Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


4 mijar û 7 peyam
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê - tirşik
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê

Navê mijarê ya ewil ev bû:pêşniyarên taybetmendiyê ji bo tirşikê
(26) (0) (1)
di mijarê de bigere
li bin vê mijarê dikarî pêşniyarên xwe ji bo taybetmendîyên/guhertinên nû yên tirşikê bikî. Çi hat bîra te, binivîsîne. biçûk an mezin!
em ê li pêşniyaran binerin û yên pêkan di "tirşik v3.0"ê de bisepînîn!

37. bêşa radyoyê, herwiha ji bo stranan arşîvekî vekirî bihewîne baştir nabe gelo?

01.05.2024 23:31 | blabla

38. Her serê 3 mehan carekê kovarekê derxînin? nav 3 mehan de peyamên herî çeppik standine bila bibin nivîsên kovare?

18.05.2024 18:59 | horhorik

39. Navê malperê were guhertin.

19.05.2024 17:07 | mirovekirind

40. bawerim min heta niha sed hezar caran gotiye bila ev jî bibe ya sed û hezar û yekê;
di bin her peyam û mijarekî de bila bijkoka parvekirina li ser platformên din yên sosyal medyayê hebe. gelek zehmet e qey?!

20.05.2024 10:48 | endazer

41. hûn çi dikin çawa dikin, ciheke galegala tirşikê ava bikin. bila bi deng be. weşaneke zindî be, bi tirşik v 3.0 re pêve bikin, wê bibe gaveke mezin. hemû taybetmendiyên nû ya tirşikê yên ku nivîskar qal dikin dibêjin min beta version a wê dîtiye wisa xweş e, weha baş e wê ew taybetmendî tev paş vê yekê de bimînin.

çend rojê carekê galegala tirşikê li ser tirsik.netê di saet niza'm çendan de yuppiie. hema bê cidîyet (qala formatê dikim). tu ê bêjî qey hema du ehmaq derketine qadê li bin guhê hev dixin, ew jî nizanin çi dikin çi dibêjin, na. ne ku bê plan û bê pergal in. dibe ku format wer xuyabe lê bi esilê xwe du kesayetên çêkirî li ser tiştinan xeber didin. ez dibêm hemû tirşikvanên kevin, qedîm û yên nû, (hello kitty jî tê de) serê'xw pê biêşînin. wê piştî çend ceribandinê tişteke xweş derkeve.

îmkana platformeke weha bi weşana zindî, ji kerema xwe. hêvî dikim ev tişt ev platform pêkan be. ku pêkan be em ê li ser biaxivin, fikra xwe bikin yek. ku dem hat bernameya zindî, Bila endazer û ceso û ferhenga şikestî, çiyayê mêrdîn, ên çenebaz û gelek hevalên din ên tirşikê ku dikarin di bin vî karî re rabin, bila di bin vî karî re rabin * galegalan bikin. dibe ku gelek ji wan wextê wan tune be bikevin bi ber bayê galegalên pûç û vala (!). bila be. ji bona zimanê qedîm (nebe jî, ji bona kêfa xwe) qewet ji xwedê bixwazin û rabin ser xwe!



20.05.2024 23:52 | mirovekirind

42. careke têketina malperê bes e, divê ne hewce be ku careke din têkevin.

24.05.2024 17:12 | horhorik

43. divê êdî emojî jî bên bikaranîn û divê meriv dikaribe nivîsekê li cihekî parve bike. yanî divê li binê her nivîspeyamê lînka parvekirinê hebe.

27.05.2024 01:25 | ceso

44. Tişteke ne pir hewceye lê di beşa radyoyê de stran li gorî zaravayan jî karibe were fîltrekirin ê gelekî kêrhatî be.



02.06.2024 19:56 | burak derdilî

45. tirşik bi kirasê teng ango kirasê piçûçk çawa ye? ji bo malperên wek ferhengan filan wiha baş dixûyê.

rûpela sereke;

Here lînkê

rûpela naverokê;
Here lînkê



23 roj berê 19:53 | brzn

46. Li versiona tirşika kevin da em kesan dişopînin , kes jî min bişopînin. Lê bo çi ye? Wateya wî tune.

-Lê dibe ku piştê kesekî kesek din şopand bila notification ji wî kesê ku hatiye şopandin re here.
-Ku min kesek şopandibe ez dixwazim li quncikê rastê ango çepê wek çarçoveya "dengdayînên dawîn" bila mîjar/peyamên wan bixûyên.



22 roj berê 20:37 | brzn

47. Min li ser entegrasyona malpera tirşik û ferhenga tirşik fikrek baş anî zimên.Entegrasyon ku bibe wê wek bnr , vbnr tagek bi navê (frgh : tirşik) jî hebe.

bo hûrgulîyên mîjarê;

Here lînkê



13 roj berê 13:38 | brzn

48. di pergal û naveřoka tirşikê de gelek çewtîyên řêzimanî hene. bo nimûne peyvên "fîlm" û "tişt"ê li her derê mê hatine tewandin lê nêr in. sûcê vê tirşikvan jî van peyvan mê ditewînin. hema bala xwe bidinê li jora řûpelê dibêje "lêgeřîn: tiştek binivîse", li vir nehatîye tewandin jî lê divê "tiştekî" be. hêvî dikim wun ê bi pisporekî bişêwirin û wan řast bikin.



12 roj berê 12:03 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyarên nivîskarên tirşikê berdêlên peyvên ji îngîlîzî ketiye kurdî
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî