Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 64 peyam
dîyalogên zikopişto - tirşik
dîyalogên zikopişto
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Çendsal berî ve ez bi hevalekî xwe ra li stenbolê bi vapûrê ve çûbûyîbûm heybelîada’yê ji bona bêhnvedanê. Rojekê havînê yê germ vapûr heta dev tijîbûbû, gelek kes li ser pê seyahetê dikirî, ez û hevalê min li cihekî de fersenda rûniştînê dîtin. Li keleka min du jinikek qasî li ser 35-40 salî xûya dikirî rûniştîbûn. Ji bona mizişînê(temas) bêdestûr hinek acîz bûbûm û lêborînê xwastim. Ji ber lêborînê ve rêya axaftinê vebû yek ji wan bi jinikek ra.
Dibe ku ji ber wergêrandinê hin taybetiyên xwe ya xas wenda bike lê ji dest da tiştekî jî naye.hemû nîn lê beşek wekî wisa bûbû.
Ez: hûn çi karî dikin?
Jinik: nêçîrvanê mêran im, mêran nêçîr dikim û rêya xwe dibînim.
Ez:??
Piştî şaşbûna kêliyekê hevalê li keleka min a din nîşanî da, awayekî bi ken got: vayê mêrek çê li vir e, bila vî neçîr bikin?
Jinik nêrî wî û got: ev bona me pir qenc e, cîwan e, em mêrên hinek kal û dewlemend nêçîr dikin?
Ez: hûn ji kû ne?
Jinik: kazakîstan
Ez: qeyda we ya sgk’yê heye, bêyî sgkyê dixebitin?
Jinik:??
Ez: karê we gelek dijwar e ku li welateka bîyanî de tên li vir dixebitin, gelek cûreyên nebaş ên însan hene.
Jinik: na stenbol mîna welatê min e, hemwelatiya min heye, xwe hîs nekim mîna bîyanan
(du jinikên ku li pavyonekê de dixebitîbûn heta ku navê cihê xebitî gotîbûn)
Hevalê kelekê min bi vê gotinê ra ket navberê got: gelo hevalên we yên bo min hene?
Jinik: hene, ku dixwazî ez dikarim telefonên çendan bidim te! ( hêjmarekê dide hevalê min)
Ez:dibe ku hûn çend zimanan bizanin
Jinik: belê bi rûsî, kazakî, tirkî hinek jî îngilîzî (speaking) dizanim
Ez: gelo we qet romanên dostoyeskî, Tolstoy turgenyev bi zimanê rûsî xwendiye.
Jinik : na, nexwendime. Fersenda xwendinê tune ji ber xebitîne.
Ez: li kazakîstan welatek misilman e, ne wîsa ?
Jinik: xiristiyan jî gelek in, ez misilman û xiristiyan im, baweriya min li her du dînê jî heye, hem noelê pîroz dikim hem jî rojîyê remezanê digirim.
Ez: (bi awayekî cîdî lê hinek henekî) Belê, çi nêzîktêdayiyek şoreşgerî ye. otorîte an jî dewlet ku hewlbidin destwerdanê baweriya merivên takekesî, hînge dîn dibe pirsgirêk, Divê meriv bi helwesta şoreşgerî ve xwe nêzîkî pirsgirêka dînê bike.( di demekê de hevokên popûler ên şoreşgeran, an jî yên ku xwe weha didin nasandin, bûbû). Dîn pisrgirêkeka divê ji holê rabe di qada rêveberiyê de, dîn dibe di nava cîvakê, mîrov de bimê, dibe ku mîrov azad bibe aliyê baweriyê ve û sîyaset nêzîkî dînê nabe, ew jî di bin rêveberiyeka mişt sekûlerî de pêkan e….hwd
Jinik:??
Hevalê min: di têkiliyên demdemî, carekê de dayîna hêsta xweşî giring e, çiqas xweşî evqas biha, masraf ne girîng e. bêyî alkolê divê ku qasî sed dolarê zêdetir nebe.
Jinik: ya ku telefonê didim te, li gorî te gotî ye, ku tu carekê biceribînî, ku tu mijandin û kutandinê hezdikî tu dê bibe girêdayî, dost.
Ez:( bi awayekî cîdî hinek jî henekî) xwezî diviyabûya laşê jinê ne metayek seksê bûbûya bona mêran. di bin cîvaka serweriya mêran de ji bona aboriyê firotina laşê nexweşiyek pergala kapîtalîzma hov e. bedenfirotin biçûkxistina jinê ye, bona azadiya jinê xwezî derfet hebin bona hemû jinan.bona aboriyê laşfirotin stûxwarkirina li hemberî pergala serwerî yên mêr ê beredayî ye, laşfirotin cûreyek pêjirandina koletiyê….hwd
Jinik çerê xwe hinek tirş kir û wekî weha bi tund nêrî
Min din av xwe da weha fikîrî“ dibe ku jinik weha bifikire “tu xwe çi dihesîbînî ku gotinên weha min ra dibêjî. ez laşê xwe difiroşim ji te ra çi, çi karî bikim, ma ez birçî bimînim, bi mehaneya asgarî an jî bi karekî din mîrov çawa debara xwe bike, ku pereyê jinê tune, mafê jinê heye ku laşê xwe bikarbînî, mercên jîyanê dijwar in, da ku wî karî nakîm ezê çi xweliya xwe bikim, mafê te tune bi ehlaqê ve min bidarîzînî, nirxdariziyên ehlaqê te ya beredayî tu nikarî min katagorîze bikî, bêyî zagonên determînîzmê deranînên te ne li gorî rastiye jîyanê. Helwestek an jî ji mecbûrîyetek xwe pê girtin e…hwd”
Jinik bi awayekî kenokî hevalê min ra: hevalê te gotinên seyr dibêjî..,

Piştî veqetandina ji wan, hevalê min telefonê qeydkirî jê dibe û dibêjî: m çawa hem dibe misilman û hem jî xiristîyan, dînê orispiyan tune, hebe jî weha sosret dibe.



07.03.2024 01:16 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» dîyalogên zikopişto
» zikopişto bûn

Kategoriyên mijarê:: komik komik komik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî