Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hekîmo - tirşik
hekîmo
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê straneke evdalê zeynikê ye ku herî dawî ji hêla hunermend şivan perwer ve hatiye stranîzekirin. Pêdivî nîne ku em ji we re stranê rave bikin. Em ê starnê li ber çavan raxin. Êdî hun û feraseta xwe...

...



Hekîmo

Were bêje Hekîmo Hekîm qûrban tuyê bi xwe kî

Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî

Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî

Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî

Wey esmerê bînî şîrê teyrê bazî, emê pêşkêşî hekîmê xwe kin

Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm

Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî

Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî

Evdal im evdal im nemînim nemînim wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêşîne

Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê bîne vî alî

Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî

De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara

Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne şîrê teyrê barî

Wesmerê bîne şîrê teyrê barî, wemê pêşkêşî hekîmê xwe kin

Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka

Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî

Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêşkêşî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaşê hejde salî

Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim

Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêşîne





Gotin û Muzîk: Evdalê Zeynikê

Çavkanî: Şeroyê Biro

Berhevkar:Şivan Perwer



25.11.2013 07:16 | ceso

2. tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî

de tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara

tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey esmerê bîne şîrê teyrê barî


bi şiroveya nîzamettîn ariç

bnr:



zehv xweş dibêje yaw.
ez niha li hemberê çiyayên kurdistanê vê stranê guhdar dikim.
dilê min bû behra wanê.



29.03.2017 14:52 | bûtîmar

3. straneke pir xweş e



30.03.2017 12:56 | şêrwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hekîmo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî