Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nexweşxaneya taybet ya universal ya diyarbekirê - tirşik
nexweşxaneya taybet ya universal ya diyarbekirê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nexweşxaneya ku berî çend salan di bin banê nexweşxaneyên taybet yên universalê de di avahiyeka li tenişta meydana derêçiyê vebibû.. Û di nav xelkê de bêtir bi navê nexweşxaneya alman dihate nasîn.. beriya niha du sê hefteyan ez û hevalek ji bo karekî çûn ber deriyê wê lê çi bibînim derî û derebeyên nexweşxaneyê girtî û nexweşxane jî pirtikandî ye..

axirê li ser înternetê min lê nêrî li gorî nûçeyan tê gotin ku ji ber ku îdareya nexweşxaneyê nekariye kirêya avahiya ku lê dimînin û meaşê bijîşkên li cem xwe dişixulînin bide hecz hatiye ser nexweşxaneyê û hemû tişt û haletên di nexweşxaneyê de ketine ber îcrayê û dîsa li gorî heman nûçeyan ev serê çend mehan e şixulkerên nexweşxaneyê nekarî ne meaşên xwe bistînin.. filan..

dema nû vebûyî hêviyek mezin bi xelkê re çêbibû.. çimkî bi rastî jî hem bi navek mezin hem jî bi îdîayek mezin dest bi kar kiribû.. lê qey wekê polatê mala alemdaran gotî zikreşên wekê veni vidiyê çavin lê dane..

malpera nexweşxaneyê: http://www.uhg.com.tr/page_detail.aspx?id=12&lang=tr

nÛçeya girtina nexweşxaneyê: http://www.amedinsesi.org/haber/1430/dagkapida-bulunan-alman-hastanesi-ozel-universal-hastanesi-kapandi.html



05.12.2013 21:41 | endazer

2. NEXWEŞXANEYA KÛ EZ NE ŞAŞBIM ŞAXEKA XWE LI CIZÎRÊ VEKIRIBÛ YE. LÊ HÊ BI AWAYEK FERMÎ NEHATÎ VEKIRIN NEXWEŞXANE DEWRÊ HINEK DÎ KIRIN Û NAVÊ NEXWEŞXANEYÊ KIRIN NEXWEŞXANEYA TAYBET A BOTANÊ..



05.12.2013 21:46 | nan û av

3. nexweşxaneya li cizîrê ku ji aliyê şÎrketa kadooğlu groupê ve hatibû çêkirin bi qasê ku ez zanim ji ber ku qistas û krîterên ku gropa nexweşxaneyên universal ji wan xwestibûn bicih neanîbûn,



05.12.2013 22:03 | endazer

4. nexweşxaneya li amedê ê ku berê navê wê "alman" bû lê paşê guherî û bû nexweşxaneya "universal" .

li gor nûçeyên pê guhê min ketine, ev nexweşxane li zilamekî karadenizî re tê firotin û di nav demekî kurt de top diavêje.

bavê hevalê min ê malê li vê nexweşxaneyê emeliyata prostatê bûbû. roja wê bavê wî tabûrcû bûbûya, çûbûn da hesabê bidin, lê bijişkê li wir gotibû em ji we pere naxwazin, ji ber ku kurê we jî hemkarê* me ye .

nexweşxaneyek paqij û xweşik bû.



06.12.2013 10:44 | brusk56

5. .ku nihata girtin û hin kurdên bêxîret jê hema qasî hêjabûna dile xwe jî xêr bidîtana, meqet wê biba nişana çêyîya xwediyên bêxîretên me



06.05.2015 01:25 | gnothiseautonu

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşxaneya veni vidi'yê
» taybetiyên xweser ên mêrên kurd

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî