1. pêşgotineka kurdan e.. li ber vê pêşgotina kumxwar (bnr: kumê rastiyên timî xwar e) mirov dikare têra ansîklopediyekî analîza mirov û civakan bike.. mirov tenê bala xwe bide profîla misilman û muhefezekarên li tirkiye û li bakurê kurdistanê wê baş fêm bike ku bavûkalan çima ev gotin li kevirên zemên neqişandine.. liderûdora min bi xwe gelek camêrên kevneperest û fêmkor hene ku tu ji wan bipirsî misilmanetî di tekela wan de ye û eger ji wan bê dikarin di derbekî de heçiyê ne li gorî pîvan û krîterên wan bin bixeniqînin lê çavên wan her li kes û kûsên ku pakiyê ji kesekî nakin, bi ya dilê xwe dikin û xwe mecbûr nabînin ku hesab bidin kesekî ne.. yanî rewş û derûniya van canik û camêran hinekî dişibe meseleya (bnr: destê rûvî negiha tirî, go min navê tirş e.) |
|
17.06.2013 19:05 |
endazer
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |