Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
ehmed huseynî - tirşik
ehmed huseynî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî:



Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li Amûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Kurdistana Başûrê Rojava ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê qedand.

Piştre li Zanîngeha Şamê paytexta Sûriyeyê beşa Felsefeyê qedandiye. Hikûmeta Sûriyeyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên ne li gorî xwe bike.

Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên kurd berê xwe da Ewropayê. Huseynî di sala 1989’an de çû Swêdê. Niha jî li Îngilistanê dijî. Gelek pirtûkên Ehmed Huseynî hatine çapkirin.

Di sala 2002’yan de ‘Dîwan’a wî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin. Di dîwana wî de beşeke mezin ji berhemên wî hene.



Sala 2001ê, di Medya Tv de, bernameya Sîmirê Tavsorkê û ji sala 2005ê de di Roj Tv de bernameya Dengvedana Peyvê pêşkêş dikir.



ji destpêka sala 2013ê, di Ronahî Tv de, bernameya Şeva Hicranê pêşkêş dike.







Berhem



* Mistek ji şîna bêcir, Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê

* Bi xewna we pênûsê dilorînim, Stockholm, 1993, Weşanên Jina Nû

* Rono û sirûdên bêrîkirinê, Stockholm, 1994, Weşanên Jina Nû

* Sîriskên hesinî (Selîm Berekat) Wergerandin, Stockholm, 1997, Weşanên Apecê

* Bazbend, Kewname, , Stockholm, 1999, Weşanên Apecê

* Dîwan (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê

* Bajarê Dirinde, 2003, Weşanên Belkî

* Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmancîya Nivîskî 2004, Weşanên Aram

* Ronoya (Nûristan) 2011, weşanxaneya Belkî.

* Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm. 2012, weşanxaneya Ronahî.



çavkanî: RûPELA FEYSBûûKê YA LI SER NAVê Wî: EHMED HUSEYNî



07.01.2014 16:29 | xendekî

2. Vê sibehê,

Tu Qamişloka min î..

Tu ewrên birîndar û birûska bin zimanê min î..

Tu sergovenda rojê û tu pinpinîka xwîna şehîdên min î..

Tu agirê bîrê û tu çavkaniya bîranînên min î..

Tu sîber î, tu dilber î, tu huner û tu fener î..

Qamişloka minê janê,

Wekî çûkan li hêlîna dil vegerî!

Vê sibehê,

Serê xwe deyne ser balgehên dilovan ên 12ê avdarê,

Li ser piyan nimêj bike..

Li ser piyan xwêya rondikên xwe vexwe,

Li ser piyan li mirina xwe binêre!

û li ser piyan destmalên afsaneya xwe bi tayên xewnê bidirû û tovên şevistana xwe bihêre!



ehmed huseynÎ



07.01.2014 16:32 | xendekî

3. Vê êvarê, Ji min netirse! Çavên min ji boyî dîtina hinarkên te yên şermîn



Vê êvarê,

Ji min netirse!

Çavên min ji boyî dîtina hinarkên te yên şermîn,

Destên min ji boyî guvaştina destên te yên narîn,

Helbestên min ji boyî pesinandina rondikên te,

Giyanê min ji boyî parastina xewnên te

Û bîranînên min jî ji boyî ronîkirina zindanên te dijîn..

Ji min netirse!

Di ala te ya birîndar de,

Rengekî birîndar im,

Nayêm dîtin..

li ser devên sînorên te,

pasvanekî kuştî,

şervanekî evîndar im,

ji bo te dijîm,

lê bi tenê ji te bêpar im..



Vê sibehê,

Li ber dergehên te yên girtî,

Di dojeha stiranên te yên reşgirêdayî de,

Di xirecira navên te yên qedexe û kuştî de,

Di nav pêlên aziryayî yên dilê te de,

Di çurîskên giyankuj ên bêrîkirina te de,

Di neynikên reş ên bindestiya te de,

Li zaroktiya xwe digerim,

Di gel ku dizanim ez dê di nav destên te de bimirim,

Lê dîsa jî, Li dilovaniya goristanên te vedigerim!

Vê sibehê, Xewnên xwe li pey hev rêz dikim,

Sînga xwe li pêşberî hilatina te vedikim,

tîrên ronahiya te bi hibra xwînê himbêz dikim..

lêvên te bi pinpinîkên helbestekê dixemilînim,,

Karwanên evîna te di qublenameya çavên te de dilerizînim,

Tu şewata zimanê min î..

Tu bendemana ji kevir î

Tu neviya demsalên agir î

Tu sertac û naveroka êşa giyanê min î



Vê sibehê,

Tu Qamişloka min î,

Tu Hewlêra min î,

Tu Mehabad û Ameda min î,

Tu zemzem û kemenda min î,

Tu ayet û penda min î,

Di çavên min de tu neynûk î,

Sirûda min î, zêrîn çûk î..



Vê sibehê, Tu gernameya jiyana min î…

Tu pasvana xewna min î…

Girtîgeh î, hem sêdar î,

Hem wateya mana min î.



Vê sibehê,

Pirtûka çavên te vedikim,

Bi tirêjên rojê dişewitim,

Pirtûka dilê te vedikim

Di sirûdên êşê de diperpitim..

Pirtûka hişê te vedikim,

Bi kêrên bêrîkirinê birîndar dibim..



Vê sibehê,

Dixwazim çavên min birijin

Da ku pirtûkên bindestiya te nebînim..



Ehmedê Huseynî



07.01.2014 16:35 | xendekî

4. (bnr: ehmedê huseynî)

(bnr: bawerî bi lêgerînê anîn)



07.01.2014 16:54 | endazer


6. Helbestvanê ku li gel êdî helbestên facebookî dinivîse jî û êdî mîna berê nexweş in lê dîsa jî bu ruh û giyanê xwe ji gelek helbestên helbestvanên bakurî xweştir û kurdîtir in



01.10.2015 18:19 | dijber

7. Deng: Ehmed Huseynî

Vîdyo: asoya helbesta kurdî







01.12.2015 13:20 | xendekî

8. Dişeva hîcranê de min dixwest tiştekî ji tera bibêjim..

Tiştekî..biqasê êşa zagrosan mezin

Biqasê bejna azadîyê xweşik

Biqasê dilê dayika min germ

Biqasê xwîna şehîdan pîroz

Biqasê barana sînoran xemgîn

Min dixwest ji tera bibêjim

Ji te hez dikim welato..



01.12.2015 14:38 | zergahemzaerdaldilbirîn

9. (bnr: çi ji kurd di me de maye)



02.03.2017 15:34 | xendekî

10. helbesta wî ya bi Şînocan gelek xweş e.



22.04.2017 22:02 | xwelî li ser

11. helbestên wî behn bi welat e. ji ber ku dûrîl welat e ev bandor zêdetir e.

helbestek wî


Biyanî av e
axîna te derya ye
kolana şerpeze
ez ê vê carê
xwe bavêjim sîtava te
mîna lehiya kor..
nehişî,
wek leşkerê bêgor..



15.03.2024 16:28 | derdxane

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» ehmedê xasî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî