1. http://www.ezuem.com/ |
|
01.07.2013 11:04 |
simurg56
|
2. ez berî mehekî filan bibûm enamê vê malpera kurdî û îro dema ku min di tirşikê de navê wê dît min go ka ez têkevim hesabê xwe ka sax e an hinekan xwariye.. ez têketimê û min hew nêrî nêzî 10-12 daxwazên hevaltiyê ji min re hatine şandine.. naveroka malperê zêde dewlemend e lê dîzayna wê serî li mirov gêr û gêj dike.. ji xwe ji mêjde ye min ax û ava facebookê li ser xwe heram kiriye û çi qas kêrhatî be jî min dîsa neniyet e ezûemê jî bikar bînim.. lê hêvî dikim ked û taba hevalên ku ev malper ava kirîn ber bayê neçe û di warê popûşarîteyê de bide pêş facebookê jî.. |
|
01.07.2013 13:15 |
endazer
|
3. yêkemîn platforma tora kesan ya ji kurdistanê ye. programvan û xwedanên wê kurd in.çend projeyên wan din jî yên ser kurdewariyê hene |
|
18.08.2013 20:32 |
berav
|
4. malpera ku min tiştek jê fêm nekir zêde tevlîhev dixûyê ya ji ez paş mame. |
|
09.10.2013 01:03 |
arami
|
5. Malpera kurdên ku dixwazin qutiyên dilê xwe ji hev re vekin. Cih û warê canok û canikên kurdewarî ye. Qene qet nebe civakeke bi kurdî ye û ji her derê kurdîstanê endamên wê hene. Hatta nû hat hişê min ku reklama tirşikê ya li ser vê malperê wê gellek kêrhatî be. Daxwaz û lava yan ji wan dikim yên ku hesabên wanên ezuemê hebin bila reklama tirşik.net ê bikin. |
|
19.12.2013 23:48 |
ceso
|
6. malpera ku min nû xwe tomar kirîye. lê belê ev cîh dibîne mîna bajarek ku ji zû de vala bûye. sÊ çar kes pêştir kesek tune, ew jî ez bawer dikim admînê malperê nin. ezuem wek fikir xweşe lê mixabin wek pratîk gengazîya wî pir dijwar xuya dike. rojek ku te dît axaftin û nivîsandina kurdî di nava kurden de berfireh bû aw dem ev proje dê bê girtin. |
|
09.02.2014 21:06 |
deqlok
|
7. min li ser çend malperÊn kurdÎ butonÊ wÊ yÊ parvekirinÊ dit. dive li tirşikÊ jî em wÊ bikar binin. di bin butona parveke de digel facebook Û twitterÊ ew jî hebe. jiber ku dive malperÊn kurdÎ alikariyÊ hevdÛ bikin. |
|
02.05.2014 17:14 |
cinorek
|
8. malpereke bereday e. jixwe êdî kes nakeve facebookê vêca çi hewce ye facebook-a sixte? |
|
03.05.2014 00:04 |
oxir
|
9. çand endame ezuem hana? |
|
03.05.2014 10:13 |
osman47
|
10. hatiye gotin ku ezuem dişibe face'ê, lê bi ya min hema hema wekî tumblr e. hema rêyên parvekirinê giş... ji faceê çêtir e lê ji ber ku bikaranîna kurdî ji aliyê raya giştî ya kurdan pir kêm e, qîmet hîn nehatiye dayîn. min jî hesabeke tomar kir. ka bira aliyekî bisekine. |
|
18.02.2015 12:12 |
biruya hayao miyazaki
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |