1. bi kurdÎ em dikarin jê re bêjin saziya krêdî û wargehan. damezraweyek dewletê* ye. |
|
01.03.2014 13:58 |
mergehez
|
2. ew wargeha dewletê ya ku wexte mirov ji înterneta wê tiştekî kurdî vedike hema dibêje 'rûpela qedaxekirî û nizanimçi' û jehra li ser dilê tirkan... |
|
09.03.2014 14:42 |
gêjê
|
3. dirêjiya wê kredi yurtlar kurumu ye.. bi kurdî û kurmancÎ wekê peyama ewilîn ya vê mijarê mirov dikare wek saziya krêdî û wargehan wergerîne.. ji ber ku di lÎseyê ez têra xwe di wargehê de mam, di zanînegehê min nexwest ez lê bimînim û ez lê nemam.. lê ji devê hevalên ku lê diman ez kêm zêde dizanim bê geh û wareke çawa ye.. niha di şûna wargehên berê yên klasîk de dewlet wargehên nîv-taybet çêdike, li amedê, li nav kampûsa zanîngeha dîcleyê de wargeheke ku ji çar blokan tê pê, ji bo xwendekarên keç wargeheke kompleks hatiye çêkirin, ku mirov guneh dike lê binêre.. di van wargehên nîv taybet de, odeyên xweş û fireh, di her odeyekî de herî zêde sê kes dikare bimîne, dîsa di her odeyekî de serşok û daşir, û dîsa di her odeyekî de sarinceke mînî û mobÎlyayên lÛks û kêrhatî û înternet heye.. |
|
10.03.2014 00:12 |
endazer
|
4. (bnr: çima navê partiyeke kurdan ne kyk ye) |
|
01.10.2015 17:26 |
kezebmonitor
|
5. duh * biryarek nuh daye û gotiye êdî em ê burs û krediyên xwendekarên sala dawî meha pûşperê qut bikin. berê heta îlonê burs didan lê niha sê mehan wê kêmtir bûrs bidin. şansa min a xerab îsal sala min a dawî ye û burs digrim. dewlet 1200 lîre perê min wê têxe bêrîka xwe! |
|
05.06.2017 04:58 |
mergehez
|
6. ne hêjayî perê xwe ye! xwarînên wan ne xweş û biha û carina kevn û sar in.. xwarin heta demekî heye. ji xwe re malekî bigrin çêtir e. kengî bixwaze xwarina xwe bixwe.. kengî bixwaze here malê. bê minet û bê sinet. |
|
27.12.2017 17:30 |
xwelî li ser
|
7. li gorî kurrikan, keçik zêdetir çar salên xwe yên li "wargehên" kyk tije dikir, hema li dora min wisa bû. kurrik salekî xwe çawa xilas dikir, hema çav li dora xwe digerand, gelo hevalên malê hene, li kuderê mal hene hwd. erê, malê meriv, ji wargehê xweştir e, lê belê te'ama wargehê jî bi serê xwe xweş e, yên tê bîra min. |
|
27.12.2017 19:53 ~19:54 |
biruya hayao miyazaki
|
8. Saziya wargehên li tirkiyê ye. Berê wargeh gelek xweştir bûn. Di heman kampûsê de blokên keçikan û kurikan hebûn. Aniha hemûyan ji hev veqetandine. Ev sazî jî hema tenê bernameyên Z dînî çêdike. Ev akp hemî derî herimand. |
|
28.12.2017 00:27 |
brusk56
|
9. mala min î ku 5 sala tê de mame. |
|
28.12.2017 09:50 |
tililili
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |