Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 63 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; oblomov
peyamên çepikkirî

132756. oblomovîzm ne teralî ye! oblomov felsefeyek e, helwestek e li dijî bêmanebûn û bêarmançbûna heyatê! û oblomov bixwe ispat kiriye ku tu li kû bizivirrî jî qûna te li pêy te ye.

''kulîlkên heyatê weşîyan, bi tenê strîyên wê man''

'însan, di dema ciwaniyê de her kesî wek dost dihesibîne, dil dikeve li her jina ku liqayî wê tê û demildest daw'a zewacê pê re dike. carinan jî dizewice û hemî emrê xwe di poşmaniyê de dihêrîne'



08.06.2013 14:50 | simurg56

139059. Di vê sibeha yekşemê de ji min nayê ji nav nivînê derkevim û ev bêxîretî ilya ilyiç anî bîra min. Min di sala 2005 de xwendibû. Min dîsa ser hevûdin roman xelas dikirin û gelek kêfa min ji vê çalakiya xwendinê dihat. Di wê kampê de min the monk who sold his ferrari, the da vinci code, the picture of dorian gray, istanbul a orhan pamuk û confusion of feelings a stefan zweig jî xwendibûn (ku heke ne şaş bim ev roman pêşîn bû, min pê çîrokekê ferdên lgbt xwendibû) Di dawiyê de dor hatibû oblomovê. Kêmzêde 200 250 rûpelên pêşîn ilya ilyiç di nav xwe de nîqaşekê dimeşand, gelo ji nivînê derkeve ya na. Heke ne şaş bim sê rojan jî ji nivînê yan jî odeya xwe ya razanê derneketibû. di vê navberê de gelek tişt difikirî, xeyal dikir û carek bo destmala ki di nav nivînê de winda bûye, bang zahar dikir ku bila bibîne û bide wî. Tembelî û bêxîretiyekê bêserûbin. Bi heyranî min ev roman xelas kiribû û piştî wê demekê dirêj min romanekê din nexwend û di wê emrê ceheltiyê de bi rastî ez ketibûm bin têsîra oblomovê tembel. Min nedixwest tiştek bikim, dev ji xwendinê berda û ji kar direviyam û hwd. Di esasê de di romanê de bûyerek tune ye. Ji serî heta dawî tembelî û bêxîretiya ilya ilyiç tê sêwirandin.

hejmara rûpelan zêde ye lê divê were xwendin, mirov pê poşman nabe.

Ps. Helbet min romanên jor bi tirkî xwendibûn. Min got, navên îngilîzî çêtir e lê pir ne pêbawer im.



06.06.2013 16:08 | endazer