1. fikr an jî kesê ku baweriya we li xwedê nayne. felsefeya ku hemû tiştên metafîzîk û giyanî red dike û hewl dide hemû tiştî bi mantıqê rave bike . |
|
09.07.2013 12:23 |
brusk56
|
2. (bnr: xwedênenas), (bnr: bêbawerî) |
|
11.07.2013 20:09 |
simurg56
|
3. çawa dibêjin femînîstiya jinan heta mêrkirinê ye komûnîstiya komûnîstan heta dewlemendbûnê ye herwiha xwudênenasiya xwudênenasan jî heta tûrbûlansekî ye..* ez bawer nakim ku tu mirov di demên tengî û tehliyê de hawara xwe negihîne xwudayekî û destê xwe li ber veneke.. li ser dev gelek mirov dikare bêje û dibêje ku ez ateîst im ya rast rêz û hurmeta min jî ji vê bawerî an bêbaweriya van canik û camêran re heye lê ez dibêjim qey piraniya van kesên ku xwe wek ateîst pênase dikin an didin nasîn wek bertekekî li hemberî kesên ku dîn û diyanetê wekê milkên bavên xwe yên tapûkirî di bin çengên xwe yên bêhnpêketî digerînin û wek çekekî li hember kesên xudanê jiyan û cîhaneke sekûler bikar tînin xwe dispêrin pişt perdeya ateîzmê.. |
|
12.07.2013 03:28 |
endazer
|
4. li ser bawerî mirov 3 cûre ne: |
|
12.07.2013 21:33 |
berxêres
|
5. |
|
12.07.2013 22:59 |
gulan
|
6. navbera wê û teîzmê de jî agnostîzm heye. li gorî agnostîkan hebûn an jî nebûna xwedê nayê zanîn. heta li gorî agnostîkên dijwar, tu caran wê nekare were zanîn jî. |
|
13.07.2013 00:03 |
simurg56
|
7. gelo mirovek nav civakeka ne oldar yan jî civakeka xwudénenas de werê dinê wê bi çi ihtîmalê bibê xwudênas? ez dibêjim qey lazimîyeka wulo jê re çê na bê. . . nivro li restoranê xwarina camêrê masa li cem min dereng hat jê re. xwe bi karkera re qeherand û got 'vê remezanê vê rojiyê çima hun vê li mirovan dikin'. ol jî we ke vê meselê bêtir bi perwerdebunê dikevê jîyana mirovan.. |
|
13.07.2013 17:41 |
shepirze
|
8. Gelek kes dizanim ateîst e.bi gelemperî ew dixwazin şiroveya pirsgirekên dinê ji derveyî olê bikin.jixwe gelek pirsgirekên dinê ew kirin ateîst;ne bi darê zorê bi dilê xwe ve dibin.ji ber ku hin dewlet bi oldarên xwe ve dixwazin gelan bixin di bin qontrolên xwe de û wusa pirsan çareserbikin.gelek kesên kurd yên têkildarên sîyasetê ne jî bûne ateîst. |
|
13.07.2013 19:16 |
fizikzan
|
9. Ateîstê rastî li her derê dîyarkirina ateîstbûna xwe nakin. Bê gûman merîvê li ser ola, gelek pirs serê wande heye û bawerîya xwe ji zanyarîyê tînin, |
|
13.07.2013 19:26 |
urartu3000
|
10. (bnr: richard dawkins) |
|
25.02.2014 11:07 |
cekdar
|
11. (bnr: wek modayekê ateîzm) |
|
25.02.2014 11:53 |
mergehez
|
12. divê mirov gelemperîyê neke, lê dîsa jî, gelek caran, yên ataîst, yên bawerdaran çêtirin. |
|
19.03.2014 20:03 |
nazim tolhildan
|
13. li tirkiyê piranî ji nav elewiyan derdikevin. cihê nîqaşê ye; |
|
24.05.2014 15:59 |
simurg56
|
14. ew rewsha baweriyê ya bêbaweriya ji hebûna xweda an hêzeke manend a sersirûshtî ye. Bi ya zhizhek (feylesof û krîtîkê civakî yê slovak) ateîstiya tekmîl/temam bi tenê bi filebûnê (dînê mesîhî) mumkin e. anku ateîzm felsefeya navekî ya filehiyê ye û bi tenê pishtî filehiyê mirov dikare bibe ateîst. bo nirxandinên feylesofê navhatî bnr. fîlmê ((bnr: the pervert's guide to ideology)) "the pervert's guide to ideology" ku zhizhekê ser-û-tak-qerekterê fîlmî dikeve pey îdeolojiya daniziliye nav fîlman.. |
|
02.07.2014 00:56 |
gordereş
|
15. Fikirê ku êdî kedrê wê nemaye ye. Tenê ji bo sohbetên dirêj qajikek e. |
|
25.09.2017 20:01 |
robar cilo
|
16. (bnr: ateîstên ku peyva xwedê, pêxember û quran ji devê wan kem nabe) |
|
06.05.2021 17:52 |
xwelî li ser
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |