Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 8 peyam
qoser - tirşik
qoser
(14) (0) (4)
di mijarê de bigere

20. ji awirê rêjeya axaftina kurdî ve em dikarin qoserê bi du parçeyan lêk ve bikin. yek toki (ku nêviyê wê mamûr in) û derdora şeqama nexweşxaneya kevn (em dibêjin ca'da xesta berê/kevn) û du jî sûka qoserê û ciyên mayî. çi mamûr bên qoserê li parçeyê yekem bicî dibin, loma jî li wir tirkî pir e. lê li parçeyê duyem şêniyên kurd ên qoserê hene û li vir jî kurdî pir e. lê van deman parçeyê yekem sînorê xwe fireh dike û niha ez li sûkê jî carna zarokên tirkîaxêv dibînim. min sala borî li dersxaneyeke li parçeyê yekem xwand. her kes bi gelemperî tirkî dipeyivî, axaftina kurdî %20 wan bû. niha li dersxaneyeke li parçeyê duyem dixwînim û em heya bi mamosteyan re jî kurdî dipeyivin. hin mamosteyên tirk hene ew jî hêdî hêdî fêrî kurdî dibin. wê rojê min ji mamosteyekî tirk re got rojbaş mamoste wî jî bi tirkî got rojbaş. û tevî ku peyva mamoste li nav gelê qoserê pêde nabe jî em wek mamoste an jî xoce bang wan dikin.



11.02.2021 12:24 | keyomerd

21. Navçeya mêrdînê ye. Ez vê bajarê hinek babetan dişibînim gevera colemêrgê. Her du navçe bi sedema valakirina gundan nifûsa derûdor li cem xwe kom kiriye. her du bajêr bê plan û qaîde mezin dibin. Ji ber vê gelek pirsgirêkên bajêr peyda bûne.

Xelkê her du bajar jî polîtîk in. zimanê Kurdî ji pîr û kalan bigre heya ciwanan zimanê yekem e. Rêjeya axaftina kurdî ya her du bajaran ji bajarê din Yên Kurdan zêdetir e. Lê ger em her du bajar bidin ber hev qoser aliyê hişmendî ve ji geverê baştir e. Qoser tenê ne axaftin kanîya nivîskar û cihê berhemderî ye. Li gor tespîtên min wê di nav çend salan de li Geverê rêjeya axaftina Kurdî gelek kêm bibe. Li her du bajaran Wekî hemî bajarê kurdan di nav keçikan de axaftina zimanê Kurdî li gor kurikan gelek kêm e. Lê rêjeya wan ji bajarê din Yên kurdan çêtir e.

Devoka kurmancî ku herî jê hez dikim aliyê mêrdîn e. Bi taybetî yê nisêbîn û qoserê. Kurmanciya Geverê zehmet bû heta min ji wan fêm dikir 3 sal derbas bû. Helbet baş nezanîbûna min ya kurmancî jî bandor bû Lê sedema mezin devoka wan bû.

Gever zimistanê gelek sar Lê havînê hênik bû. Navenda gever xweş nebû Lê derûdorê geverê zor zor xweş bû. Çem û kanî li her derê hebû dengê avê li her gêlî diherikî. Qoser havînê dojeh e. Zimistanê mirov dikare bijî û hew. Navenda bajêr jî wekî geverê ne xweş e.



18.08.2021 09:16 ~09:30 | kajav

22. dema xelkî digot bajařê herî kurdîpeyiv qoser e min bawer nedikir, lê niha bawer dikim. min digot eger rewşa herîkurdîpeyiv eve be hingê rewş ne ti rewş e. xuya ye beřa jî ne ti rewş e.



09.10.2021 23:01 | keyomerd

23. Li gorî mezinahî û zêdehiya nifûsê xwe û bi nav û dengbûyîna xwe tu bajar nîne ku mirov lê bijî. Ji xeynî taxa Nû ya li aliyê balafirxaneyê tev de dişibe bajarokeke Pakîstan yan afxanîstanê. Qirêj û toza vir bawer im li çolistanan nîne. Malên wan ên ji Estetîk û xemlê dûr, kolanên wan ên kor û çal, dikanên wan ên ji paqijiyê bêpar hew dilê min dixelîne. Kurdên me bi rastî jî tu qedr û qîmetê nadin xwe. Ev navçe qaşo bi salan bi destê şaredarên kurd ve hatiye birêvebirin lê hema bêje derziyeke qul lê nehatiye zêdekirin. Û xûya ye ev kêmasî û qusûrên bajêr ne xema Niştecihên wir e ku rojek ji rojan li ser vê neketine nav liv û tevgerekê û tiştek li xwe zêde nekirine.



22.04.2022 19:36 | xeyda

24. qoser/139434

Fikra min ji bo vê giliyê ev e: here vêya ji qoseriyên li xurbetê bipirse.

Çima min wisa got, ji ber ku hefteyek berê ez bi dolmîşê ji Amedê dihatim Mêrdînê. Îja du xortên Qoserî yên ku li îdirê zanîngeh dixwendin jî tê de bûn. Û qala welat û xurbetê hate kirin. Herduyan jî Qoserê û Îdirê dan ber hevdu. Qoser li ber çavên min bû bihuşt û Îdir bû dojeh. Nivîsa min ewqas bû.



23.04.2022 21:03 | xabûrî

25. Cihê ku lê ceyran herî biha ye.
Bihabûna ceyranê ji bihabûna kirêya xaniyan zêdetir e.



21.12.2023 21:47 | fera_şimikê

dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» qosera rengîn

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî