1. meseleyek felsefî ye. ev jî gotinên stranê ne; dînazor an jî dînozor e, ez nizanim dînazor an jî dînozor e, ez nizanim dînazor an jî dînozor e, ez nizanim min navê wan danî dîno min navê wan danî dîno dînazor an jî dînozor e, ez nizanim dînazor an jî dînozor e, ez nizanim min navê wan dîno min navê wan dîno min çû ji kekê xwe pirsî bê dîno niha li ku ne wî go, ez jî nizanim kesî ji min re negotiye min çû pirsî ji xwîşka xwe wê got min zanî ji stranê berê lê ji berê berê de dîno hebûne l'cihanê dînazor an jî dînozor e, ez nizanim dînazor an jî dînozor e, ez nizanim min navê wan dîno min navê wan dîno dînazor an jî dînozor e, ez nizanim dînazor an jî dînozor e, ez nizanim min navê wan dîno min navê wan dîno rojekê ji nava fezayê zinarekî girs ketye dinyayê dinya sar bûye, bûye qeşa dîno qeliyane l'dinyayê heke bipirsin ji zanayan dîno hê hene li dinyayê hin jê gumgumok û margîsk in din jê çîvikên biçûk in dînazor an jî dînozor e, ez nizanim dînazor an jî dînozor e, ez nizanim min navê wan dîno min navê wan dîno dînazor an jî dînozor e, ez nizanim dînazor an jî dînozor e, ez nizanim min navê wan dîno min navê wan dîno li gorî çîroka stranê; keçika ku stranê dibêje, hewl dide hîn bibe bê ka çi bi dînazoran hatiye. pêşîn ji kekê xwe yê tolaz dipirse lê haya pepûk jê tune. paşê diçe ji xwîşka xwe dipirse. xwîşka wê jî vê bersivê dide; "min zanî ji stranê. berê lê ji berê berê de, dîno hebûne l'cihanê. rojekê ji nava fezayê, zinarekî girs ketye dinyayê. dinya sar bûye, bûye qeşa. dîno qeliyane l'dinyayê" weke hûn dibînin, xweha keçikê van agahiyên xwe ji stranê girtiye. ma stranek din ê wisa heye di derbarê dînazoran de? tune. nexwe strana mijara gotinê ev stran bixwe ye. ê, wê demê jixwe keçika ku lehenga sereke ya meselê ye, çawa dibe ku van tiştan nizane. gelo xwîşka keçikê, ew bixwe ye? an jî stranek din heye? an jî psîkolojiya keçikê têk çûye? û belkî jî paradoksek mîna fîlma predestinationê be? |
|
10.06.2017 23:45 |
simurg56
|
di dinê de sê tişt hene pir xweş in [2] |
|
qijika reş [1] |
|
çîrokên tirsank ên kurdî [1] |
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |