Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
diran

diran

6. Em jî dibêjin didan. Lê nihe ne mesela dirane an jî didanê.

Ji ber ku em qedr û qîmeta wî baş nizanin loma serê me pê diêşe gelek caran. Ez bixwe di jiyana rojane de baş lê mêze dikim yanî hê çinebe firçe dikim û diçim kontrola. Kontrola par meha gulanê de di nexweşxaneya lêgerînî ya Amedê min didanekê xwe "kanal" kir. Bijîşk piştî tedavîyê tiştek neyînî negot û piştî çend mehan ez dîsa çume kontrolê vê carê hekîm go didanê te ê ku te kanal kirî rizîbuye û xesaret gehiştîye pidîya te loma em bikêşin. Eve şoka ewil bu ji ber ku didanên ku tedavîya kanalê bibînin divê xwelîserka reben êdî nerize jixwe tu sînîr mînîr namîne lê ê kanal kirî qeşmerî kirîye cihên rizî heyî rind paqij nekiriye û loma disa xirabu.

Neyse me go hema çibe kêşin bila biçît haa min bîrkir bêjim didanê min a ku xwarinan dipelçiqîne ye dıdanê axirîyê ye. Û min derman jî heftîyekê xwar ji ber "apse iltihap" ê piştî dermanê çum vê carê jî bijîşkek got (nexweşxaneya derê çiyê) ji ber ku didanê rizî kanalkirîye eger ez dest biavêjim dibe ku perçe bibe destê min de bimîne ez nikarim çêkim here zaningehê eve jî bi şoka 2 yê . Bu pife pifs min bu of ofa min lê neçarî hema 4 seet berê çum fakultê bi xêra nasekî çum nîk bijîşkekî piştî hinek prosedûr û fîlman dest bi tedavîyê kir cihek sar, tije makîne, alavên diransazîyê, tirsek dilê min de, hemû duayên hîşê min di zimanê min de, me bi rewşeke wiha dest pê kir piştî anestezîyî tiştek mîna pense di destê bijîşkêde dest pê kir didanê girt hêve weve kêşa bir û anî û kêşa dengê qirçînîyek hat çinkî didan şikest û dîsa pê alavek dî perçê mayî jî kêşa. Hinek nasîhat dikir girîya min hat lê ne ji ber êşê qet ne êşîya lê bandora wî bo derûnîya min xirab bu perçeyek bi qîmet di devê min de derket hemberî jî xemsarîya min bêtedbîrîya min .
.
Niha malê me û nîv seet berê min pembuya ser didanê xwe avêt û ez çibibînim Rebbîyo, ya star valahîyekî mezin nav du didanê min de dilê min pê şewitî. Kezzeep. :( Sankî kurekî min ewladekê mi ji dest min çu min bawer nedikir ku ewqas mezine lê mixabin cihê wî yê mezin de êdî tenê cihek vala, dîkîşkirî û xwînî maye. :(

Haj didanên xwe hebin qedrê wan bizanin



18.04.2018 12:44 | azad30

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» diransazî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî