Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
nifşa z-yê ya kurdan

nifşa z-yê ya kurdan

1. nifşa zyê ew e ku kesên ku piştî sala 2000an hatine dinyayê...
ez dikarim bêjim tesîra polîtîkaya türkiyelileşme ya hdpyê bêtir li ser vê nifşê çêbû.
bi polîtîkaya türkiyelileşme, bandora xendekên pkkyê û ya sosyal medyayê ev nifşa dawî ya kurdan gelek apolîtîk bû. tevî her tiştî nifşa y'yê polîtîk bû lê mixabin êdî tu peywendîya kurdbûn û kurdistanîbûnê bi vê nifşê re nemaye. hama hebe tune be sosyal medya, navdarên tirk, mûzîkên genî yên tirkan, fîlmên genî ya tirkan, tevgerên eyretî yên bêno, futbol hwd...
di dema me de yanî ji vir deh sal berê jî di rihê ciwanên kurd de bi pirranî hesasiyeta civatî hebû, ne di sedî de sed be jî bi pirranî di rojeva wan de geşedan û bûyerên siyasî hebûn.
eger di civatên azad de siyaset û bûyerên civakî bibe mijara navendî ya gêncan nexwe ew civat civateke seqet e
lê di civatên bindest de eger mijara gêncan, rojeva serdestên wan be hingê ew civateke seqet e, asîmîlebûyî û koledar e.
hîç hêviyên min ji vê nifşê tune ye



06.01.2020 14:40 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» nifşa z-yê ya kurdan
» kurdandin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî