2. Emê çava jêbirina database ê bi alîyê bikarhener, asteng bikin- rênedin?
Li ser çekirina sepanek ji bo hînbuna peyvan dixebitim. tiştek hînbum ku data-dane yên ku ez xistime li nav sepanê, bikarhener dikare wê ekrana "App info-agahîya sepan" de jêbire. lê heger wan data were jê birin sepanamin dirust- rast nayê bikaranîn û sepan dibe çop.
ji bo rênedanê wî halê- wezîyetê, em dikarin buton a "clear data "ku li ekrana App info-agahîya sepan" de derkeve, wê biguherînin "managa space". heger em wiya çêbikin, dema ku bikarhener wî buton ê ra ditikîne, ekranek vedibe û em bi xera wî rêlegirtina jebirina datayê bi cîh tînin.
ji bo çekirina wîya Here lînkê
wekî linka jor de jî hat diyar kirin,
em li dosyaya AndroidManifest ê de li nav tag a Application de
wî hevokê
android:manageSpaceActivity=".cleardata"
dinivîsînin. û activity yek bi navê cleardata ava dikin. xilas. piştî wiya kengi bikarhener bixwaze data yê jêbire ekrana cleardata vedibe û bikarhener nikare datayê jêbibe.
ez li activity ya cleardata de peyamek amade kirim û kengî wî activity vebibe ev peyam tê dîtin, ekranek vala nayê dîtin.
not: li înternetê çavkanîyek kêrhatî nedîtim û wî metod ji bo sepana min bêpirsgirek bu. bêguman rêyên-metodên baştir jî hebin.
ji sepanên ku di telefona min de ye, ji wan ra niheriyam li wana de pirsgirekek wisa tunebu yanî ez ji butona "clear data" re bitikînîm jî datayên sepan nehat jêkirin. lê ez hê wîya hîn nebum ku çawa çê dikin.
|