Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 64 peyam
mazdek

mazdek

1. Dîroka jidayîkbûna Mazdek, tam nayê zanîn. Mazdek, ji Hemedanê ye. Tevgera Mazdek, li dijî sazûmaniya koledar a sasaniyan bû.

Mazdek, li Îranê weke rêberekî olî û ramyarî derdikeve holê. Mazdek, dînê wekî çekekî, li dijî qralên sasaniyan bi kar aniye. Her wiha, dibe lêgervanekî felsefeya civaka bindest.


Mazdek, ji derveyî taybetmendiyên ramyarî, di heman demê de lêkolînvanekî dînê ye jî. Tewratê dixwîne, nêrînên pêxemberên berê lêkolîn dike û dixwaze felsefeya Zerdeşt nû bike. Bi vî awayî, hewl daye aliyê paşverû yê vê baweriyê ku civakê bi paş de dihêle, biguherîne.

Ji nêrînên ku Mazdek diparêze re Mazdeîzm tê gotin. Mazdeîzm, xwe dispêre kevneşopiya baweriya Zerdeşt. Mazdek, her awayê heyînên aborî û dewlemendiyên kesî napejirîne û di nava civakê de tevgereke civakî ya ku her cureya mal û milk parve dike, dide destpêkirin.

Li gorî nêrîna Mazdek, bingeha hemû newekheviyên ya di navbera mirovan de şer û pevçûnên di navbera dewlet û gelan de çêdibin. Mazdek, li hemberî vê; di jiyana civakî û aborî de wekhevîbûnê diparêze. Rewşa civakên bindest û ya jinê, girêdayî hev bûn. Nêrînên Mazdek, di nava civakên kurd, faris û azerî de bi awayekî bilez belav dibûn. Nêrînên li dijî dewleta sasaniyan a ku li ser bingeha kolekirina mirovan hatibû sazkirin, girseyên gel li derdora Mazdek kom dikirin. Dema ku ev raman, bi taybetmendiyên Mazdek ên bi rêxistinkirineke kêrhatî ya gelan re dibûn yek, hêzeke mezin derdiket holê. Vê hêzê, rêveberiyên sasaniyan ditirsandin. Rahîbên Zerdeşt jî li hemberî tevgara Mazdek helwest standin.

Tevgera Mazdek, di dawiya sedsala 5an û destpêka sedsala 6an de di xakên ku di bin desthilatdariya sasaniyan de ye, cihekî girîng digire. Mezinbûna tevgerê û tirsa rêveberên sasanî, rê li ber êrîşên dewletê vekirin. Artêşa sasaniyan, di pêvajoya qralê sasaniyan Qûbat de car caran êrîşî hêzên Mazdek kirine. Lê bê encam mane. Serhildana Mazdek, di dawiyê de bi alîkariya Akhûnan ve hatiye rawestandin. Mazdek, dikeve destê sasaniyan û di sala 499an de tê bidarvekirin.

/jêgirtin.



05.02.2021 19:41 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» mazdek

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî