Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 24 peyam
roja zimanê zikmakî

roja zimanê zikmakî

29. Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina roja zimanê dayikê di nav lêgerînê de bû, Bangladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.

Di 21ê reşmeha (sibata)1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê reşmehê (sibatê)wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.

Bengladeş heta sala 1971ê bindest û mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi Bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, Urdû, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên cûr bi cûr diyar dikirin.

Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê Bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî, Urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domand.

Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê reşmehê (sibatê), di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCO yê ev roj pejirand.

jêgirtin.



21.02.2021 16:29 | keyomerd

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
erdal kayayê tirkan [1]
Li gor min Erdal Kayayê tirkan Cem Yılmaz e, her çend wek erdalê me se...
tirşik forûm [1]
silav gelo kesekî bibe evîndarê gellllek kesan û bi vê rewşa xwe aciz...
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3]
(bnr: gilik sipis missi) *...
gotinên pêşiyan [1]
zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye....
gotinên pêşiyan [2]
Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan
îmana qijalkan ji ...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojawan
» zimanê bernamekirinê yê c

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî