Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
the dispossessed

the dispossessed

2. Nivîskara me ya femînîst û anarşîst xwestiye du cîhanê berovajiyê hev berawirdê hev bike. Yek cîhana me û yek jî cîhana gorî fikr û ramana xwe teşe dayê. Li ser mijarên maf û erkên mirovan dê çi be, jiyanek wekhev ya jin û mêr dê çawa be, dema serok û serek nîn be dê rêvebirina mirovan çawa saz bibe, dema ev hemû hatin cih mirov ji hest û ramanên xwe yê prîmîtîf xelas dibe (mîna çavnebarî, dexesî, gef ûhwd.) sekiniye. Li gel van pirsan ser têgihên wek "wext û dem" jî sekiniye. Ji xwe serlehengê me zanistek ku her tim li ser wext û deman lêkolîn dike ye.

Heke ez tiştên li jor bixwazim zelal bikim dê tiştek mîna vêya derkeve holê, xanimekê nivîsiye û ezê pêşberî we ciwanik û camêran bikim:

Du cîhanê me yê bi navê "anarres( warê anarchism ê)" û "urras (warê capitalism ê)" heye. Helbet etîmolojiya vana de tiştên balkêş radizên lê wê jî bila kesek din bikole* beşên ku nivîskara me gorî rêbazekê daye alî, ge ji vê cîhanê bûyeran bi serê lehengê me de tîne û ge jî ji cîhana din. Shevek ê reben zanistek wext û deman e. Li ser wan xwe har û dîn kiriye. Em ji dema dibistana wê wî dibînin heta navsalbûna wî.

Anarres yanê warê "odoyîyan" ( ku odo beriya salan ji urrasa kambax û xerabûyî vediqete tevê alîgirên xwe tê vê cîhanê û ji xwe re ji binî ve jiyanek nû û anarchist ava dikin) bi anarchismê tê rê ve birin. Serok û serek nîne û meriv ji biçûktiya xwe ve li dibistanên leylî mezin dibe. Yanê malbatek mîna roja îroyîn bi rêk û pêk nîne. Xwarin li cihên hevpar tên xwarin. Kar û bar jî tiştên ku tu bixwazî dikî û dema te ji tiştekê fêm nekir jî makîne ji te re karek gora te dibîne û pergalek bi vê awayê heye. Jin û mêr wekhev in û zayendîtî serbest e. Yanê kes ji hevşabûn û wekmînakên wê fedî nake. Lomaye ku dev ji destdirêjkirin û tacîzê berdin çêr û sixêf jî nîne. Nîne, ji ber ku serbest e, ev ne tiştek şerm û guneh e. Lê ewqas jî ne bêguneh in ev mirovana, yanê xerabî daîm e. Tenê kêmkirin pêkan e.

Ev hevparbûna di rojên ronî û fereh de jî tê hîs kirin û saz kirin û rojên dijwar û reş de jî xwe dide der. Ji ber welatek ne bi bereket e her dem xetereya kêmasî û xelayan heye. Lê dema xela û zihayiyan de herkes dest didin hev û bi hev re ji vê tengasiyê derdikevin. Hema ji kê çi hat wê karî dike. Kes li ferq û cûdahiya kar nanêre û dike.

Lê heke em bên ser urras a malxerab ew dinyaya me bi xwe ye. Tu balkêşbûna wê nîne. Ji ber serlehengê me shevek dixwaze tişta ku dikole bêhtir agahiyan lê zêde bike rîska xayîntiya ji aliyê gelê xwe dide ber çavê xwe û tê vê dinyayê. Ji ber ku di nav kesên dewlemend û qatên bilind de ye rewşa kesên di bin linga de nabîne. Lê gava hay jê çêdibe dibe serokê serhildanê. Behsa cîhana xwe û rêveberiya wê na bi edelet dike. Ji xwe tiştên urrasî dike pê gelek ecêb tê û êdî debar nake. Anarşîzma payebilind bi nava nexweşiya kapîtalîzmê dixe û berê xwe dide welatê xwe, cîhana xwe. Destên wî vala lê dilê wê bi kelecaniya dîtina welatê xwe aram û rehet e. Lê nivîskar me û lehengê xwe dest vala naşîne. Hin peyvam dike devê serleheng û dibe keft û lefta wî "em zarokên wextê ne!".

Yanê heke ez hebekê ji hedê xwe derkevim û çend nirxandin û şîroveyan lê zêde bikim karim bêjim ku, pirtûkek serkeftî ye û daqûlê ser gelek pirsgirêkên me yê balkêş bûye. Rêyek din li ber mirovantiyê vekiriye (herçiqas dinyayek wisa dê qet pêkan nebe jî) û xwestiye em bi vêya jî bihesin. Her çiqas di cûreya utopîk û honaka zanistî de cîh bigire jî ji vêya wêdetir e. Tenê ne hezkiriyê vê cûreyê kesên ku ji vê dinyaya me ya bêhnokî aciz bûye divê yekser vê pirtûkê bixwîne û hebekê din derdan li xwe peyde bike*



24.06.2021 18:12 ~18:15 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» the akara

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî