1. Nêwan du gundî ême hêllêkî sûr nirawe navbera du gundên me xetekî sor danîne
Her bistêkî em xake willatê tirî nawe
her bihostek î vî xakî bi navê welatek din e
Firrînî dû pepûle berew yekdî tawan e
firîna du pepûle ber ve hevdû tawan e
Qoll best kirawe jiyan azadî le zîndane
bin dest kirine jiyan azadî di zîndanê ye
Willatî kaniyawekan tînûy tawêk barane
welatê kanîya tîyê baranek bilez e
Bese besyetî zistan behar serhelldane
bes e zivistan , bihara serhildana ye
To çekit le dest daye û minîş pênûsî helldegrim
tu, çek di destê te de ye ez jî pênûs hildigirim
Be gule lêyde to ,minîş be wişe sîngî
helldedirrim
bi gule lê bide tu, ez jî bi peyiva singê wan diqedînim
Pêşmerge û Gerîla herdû bo yek mebest
Parêzgarî le gel û nîştiman man û bes
Pênûs binûse be tikanî xwên le Rojawa
pênûs binîvîse bi rijandinê xwîn ji rojava
Laye laye dengî tifengî ye bo mindallî sawa
laye laye dengê tifengê ye bo zarokên nû jidayîkbû
Pênûs billê Kobanî,allay xorragrî Kurdan î
pênûs bêje, Kobanê alaya berxwedêrên kurdan î
Êsta toy ke hêmay sirrînewey lozanî
niha tu yî nîşane ji bo jê kirina lozanê
Dinya kwêre, gwêy kerre, dillî sarde
dinya kor e û guhê wan kerr e dil sar in
Nabînê û nabîstê ke Kurdîn û Kurdistanî
nabîne û nabîze ku em kurd in kurdistanî ne
Celawla,Xaneqîn û Şengal xorragir bin
Kobanî altirnatîve, rolley xor û agir bin
korabî alternatîve , zarokên tav û agir bin
Mehabad, Sine û Kirmaşan bellênîyan/soz dawe
Qamîşlû, Dêrsîm û Amed le ser pê rawestawe
Dest dirêjî hêllî sûre, sinûr watay nemawe
dest dirêjî xeta sor e , wateya sinor nemaye
Gelî yekgirtû nabezê, willatîşî parêzrawe
gelê yekgirt naşikê û welatê wan jî hatiye parastin
(Kelhûrî)
Kelhir zuwanim, manîşt nîşte cam
Defterê omrim eger bî temam
Kurdistan bizan manîşt nişînim
Niye tunim zamê we giyanit bunim
(Gotin):navîd zerdî
vîdyoyê veke
|