1. Birayê simkoyê şikakîye. Beriya simko bibe serekê şikakiyan ev camêrê şareza li ser bûye. piştî ketina wî jî simko ketiye dewsê. dawiya sedsala 19. Û serê sedsala 20. jiyan kiriye. Hin kes mîna "cewher axa" ango "ca'fer xan" jî bi nav dike. Di hin çavkaniyan de mîna "robin hood ê kurd" jî derbas dibe. Ji dewlenmendan diziyê û li belengazan belav kiriye. Her çiqas navê malbata şikakiyan bi dizî, keleşî û talankeriyê derketibe jî vê lehengî ev navê nepak derxistiye asta navek pîroz. Ji ber ku bêtirs e û ji gotinê xwe danakeve ji aliyê farsan ve bi awayek hovane hatiye kuştin. |
|
05.09.2021 17:27 ~20:56 |
rizgarm
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |