Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 27 peyam
kurdên ku xwendekarên lîseyê ne

kurdên ku xwendekarên lîseyê ne

1. Di dibistana seretayî û navîn de em şerm dikirin ku bi tirkî biaxivin. Dema yekî bi tirkî diaxivî, me digot bi kurdî biaxive. Lê di lîseyê de ne wisa yê.
Ez vê fêm nakim. Zarokên kurd bi piranî di lîseyê de ji kurdbûna xwe dûr dikevin. Dibêjin axaftina bi tirkî modern e. Ez xwendekarê lîseyê 3ya me.
Hê di zarokatiya xwe de ez neteweperwer bûm.Dema min dest bi lîseyê kir her kes tenê bi tirkî diaxivî. Ez pir şerm bûm. Min pirtûk, stran û axaftina xwe ya kurdî veşart. Min lîsteyên xwe yên kurdî li ser Spotify veşartibû. Ez ewqas bêaqil bûm, lê ne sûcê min bû. Min fêm kir ku xwendekar bi piranî di lîseyê de asîmîle dibin.

Salek wisa bû. Min pirtûkek xwend û tê de digot: "Kesê ku ji xwe şerm dike, jiyana xwe wekî winda dike." Vê gotinê bandoreke mezin li min kir.Pola 10an dest pê kir û ez çûm dibistanê.Min tenê bi kurdî axivî, bi xêra min kesên di polê de dest bi axaftina kurdî kirin.Û bi vî awayî ew li seranserê dibistanê belav bû.Dema ku mamosteyan di dersê de tiştek pirsî, min tenê bi kurdî bersiv da. Dema me ya çîrokê heye. Di vê demê de min tiştek li ser kurdî digot.Ger me stranek li ser texte divekir, min koma rewşen vedikir.

Ji ber ku li ser texteyê bi "kurdiya şaş ji çêtire t*rkîya baş." nivîsandibû ji aliyê mamosteyê tirkî ve hatim cezakirin. Û ez ji hêla gelek hevalan ve hatim asteng kirin. Hinek asteng nakin ji ber ku em di heman polê de ne, lê ew jî ji min hez nakin.Hevalno ev kurd in. Lê ew di malbatên bêhiş de mezin bûn.Di nav wan de keçek jî heye. Wî jêhatiya lîstikvaniyê heye û pir baş e. Keçik li Stenbolê mezin bû û ji ber ku bavê wê ajokar bû mala xwe bar kirin Nisêbînê. Keçik ne bi kurdî diaxive û ne jî dizane ku ew kurd e.Difikire ku tirkbûn modern e. Tenê stranên tirkî guhdarî dike, bi tirkî diaxive, dibe kemalîst û xwe dike tirk. Dema ku bi hevalên xwe re dipeyivî, yek ji wan ji min re vîdyoyek şand û got binêre. Wê keçikê çeppik da vîdyoyê. Û vîdeo jî wiha ye: Çi bextewar e yê ku dibêje ez tirk im!

Di lîseyê de ji aliyê mamosteyên hişmend ve tê astengkirin, lê dîsa jî serdema herî asîmîlekirî salên lîseyê ne.



22.04.2023 13:51 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
hêklo meklo [1]
zûgotinokek ji herêma serhedê ye. me, du kes, çar kulmên xwe dikirin ...
un çiyayê [1]
Çend gotinên wê nayên fêhmkirin, lewma gotinên min nivîsandin te temam...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [1]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
peyvên ku ji kurdî ketine tirkî [1]
peyv û têgeh û qalib û biwêj û gotinên pêşiyan yên ku tirkan ji bo zim...
zwilling [1]
peyveke almanî ye. wateya wê cêwî ye. herweha navê markaye...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên henîfî
» xwendekarên ku dibin evîndarê/a mamosteya/ê xwe
» lîseyên îmam û xetîban

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî