Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan

di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan

7. Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxwarin karekî beredayî ye. Em kurd bêçaretî û zilm û zorê baş dizanin. Em baş dizanin per û bask şikandina li hember dijminê xwe çiye, em baş dizanin girêdayîna dest û lingê me û biriqandina kêrek kalanî li ser qirika me tê çi maneyê, em baş dizanin qedera ku ne di dest me de be û kêfa dijmin çawa bixwaze emê weha bibin hîsekî çiloye. Hasilî kelamm mesele wijdan be divê kes bi qasê me rewşa ajalan nizanibe û fam neke.

Ku em werin ser fîzyolojiyê, ez karmendê tendurustiyê me û tim û tim li tehlîlê xwe yê xwînê dinêrim, çavê me ronî ji goştxwurekê tendurusttir im û xwe ji berê baştir hîs dikim. Niha ji aliyê çêkirina şîvan de jêhatîtir bûme. Û qam û qilafetê min jî di cihê xwe de ye. Min nebihistiye ku kesekê/î xwarin û vexwarina xwe kêm nekiribe û ji vegan û vejeteryanbûnê nexweş ketibe. Xwarina goşt tenê proteînê ku em karin yekser ji xwarinên din bigirin şûna wê diherin ji heywanên reben digirin e.

Heke ev çavbirçîtî bi me re hebe ew ne vejeteryanbûn û veganbûn wellahîl ezîm û bîllahîl kerim em bêjin emê devê xwe bidin ser hev û tiştekê nexwin û nevexwin jî dîsa dê ev dinya mezin û fereh têrî me neke. Heke hêncet erd û zeviyê dinyayê têrî me nake be ev tenê rêxweşkirina li ber kuştina heywanên bê sûc û bê guneh e.

Heke em parçeyek vê pergalê ne li ba me xwarina kerekê ji aliyê gurekê ve û xwarina însanekê ji aliyê gurekê ve tê eynî maneyê? Ango em hejmara mirovên ku her sal li efrîqayê ji aliyê şêran ve tê xwarin dizanin û heyf û gunehê xwe pê tînin, lê çi ji me re van şêran çend xezal û gakovî xwarine? Na xwişk û bira no na, dil qayîm û qayîl nabe, bila kes xwe nexapîne û arxayîn neke. Em candarên bi hiş û bi aqilê vê pergalê ne. Ma ne dîn û ol jî vê tiştê dibêje?

Heke em werin ser meseleya luksê, ev tişt jî tenê ezber û reşkirina vê fikra han e. Ez gundî û hejarek xwedê zikê xwe karim têr bikim hema herkesek kare xwe têr bike. Di malabata me de heta heywanek bi nexweşiyê neketa me nizanîbû goşt çiye, eydek erefatek neba û miletê qurban belav nekira me bi tehma goşt nizanîbû. De îja ev dan û bulxur û birinc û zerzewat û şînkayî qey ketine binê erdê ez heyran. Û welatê me jî her wextekê ji me re xwarinên cûr be cûr dibexşîne. Ji mêweyan bigire ta zerzewat û gihayan, ji êmîşan bigire ta tene û danên cûrbecûr ûhwd.

Hasilîkelam heke hûn sivikahîyê dikin û nikarin dest ji van zewqên xwe yên beredayî bikin û heta êvarê heywanê bê zar û ziman bi ser hev de dikujin ji xwe re li qul mulan negerin rastiya xwe bêjin. Vêca luks e, beredayîtiye, em jî di nava vê pergalê de ne, ne gorî fîzyoljiya însane, kurd çawa bêgoşt îdare bikin û kerafî. Bi kurt û kurmancî dev ji kuştina heywanan berdin, herin ji dê û bavê xwe bipirsin ka bê çendî xwarinên xweş hene bê goşt çêdibin li welatê me. Ew candarên bê sûc û guneh, bê zar û ziman berdin bila bijîn û hûn jî berê xwe bidin çol û çiyayan gîhayan bînin gîhayan.



14 roj berê 03:02 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bahoza tîroîdê [1]
(bnr: thyroid storm)
rewş û nexweşiyek gelek giran û xeter e. j...
şivanê kurmanca [2]
zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pi...
peyamên têr û tije [3]
ev entry, ehmeqên hatine li vir peyamên tije digeriyên nîşanî me dide....
sendroma tourette [3]
Sendroma ku ji tîkan pêk tê. Kesên ji vê sendromê  hereket û dengên xw...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Sir û seqem Ba û bager Kesên bêveger Dîl digrin par bi par, her mi...
belki ev jî bala te bikişînin
» navbir
» kurdandin
» kêmasiya b12
» vegannazîzîm

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî