8. hê jî pirsek bêwate ye.
lê hê jî behsa narkotîk û sîgareyê tê kirin. weke min li jor jî gotiye; narkotîk û sîgare jî guneh in. em nikarin fetwayek wisa bidin lê li gorî mantiqa îslamê ew jî guneh in.
tu daneyek zanistî tune ku îspata feydeyên alkolê bike, lê ji bo zerarên wê bêhêjmar hene.
ger ev dinya azmûnek be û em mirov -weke tekane candarên xwedî îrade û vîn - ji kirinên xwe berpirsiyar bin, bêguman tiştên ku vê îradeya me dişkînin an jî sist dikin wê guneh bin. zarok û dîn ji kirinên xwe ne berbirsiyar in, ji ber ku îradeyeke wan tune. Nexwe divê mirovê serxwe$ jî neberpirsyar bin gelo? Tam ji î ji ber vê yekê alkol divê guneh be.
Behsa mirovên modern tê kirin lê gelek ji van mirovên modern ji bo dev jê berdana alkolê terapiyan dibînin.
Eslê xwe de herkes dizane ku alkol ti$teke ne ba$ e, lê ji ber ku kêfxwe$iyê dide mirov, mirov nikarin dev jê berdin an jî weke hinek mînakên li jor, nikarin jê birevin û hewl didin ku vê rastiyê xef bikin, makyaj bikin.
Ji xeynî jina xwe, bi jineke din re têkiliya zayendî jî guneh e. Hemû dinya jî mîna navê xwe dizane ku ne ti$tekî ba$ e jî, lê dîsa jî yên herî oldar jî carinan nikarin xwe jê vedin û loma ew jî hewl didin ku vî karî helal bikin. (bnr: zewaca mut'a)
|