Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 21 peyam
lost in translation

lost in translation

1. Lost in Translation filmek Soffia Coppala ye ku bûyerên cuda yên curbecur yên ku di jîyana me ya yeknesakî de biqewimin, rê me dide.. Divê çirûskek biteqe da ku mere ji ew tariya ku jiyana me ber xwe ve biriye xilas bibin. Lê ev çirûsk dê çirûskek çawa be ew ne diyar e. Carinan bûyerek pir hêsan e, carinan bûyerek pir û pir dijwar e, carinan jî hêmaneke ku tu eleqeya wê bi jiyana mere nîne ye. û carinan jî dibe ku jineke ku mere li cihekî biyanî rastî hev hatibin be. Di vê fîlme de jî bûyerek wisa diqewime û lehengê me yê ku ji jiyanê hemdî xwe aciz bûye, ketiye nav robara kul û derdan ya ku tê de şaxeke ku mere karibe xwe pê bigire û xwe ji kul û derdên xwe xilas bike, jî tune ye, bi demeke kurt be jî xwe jê xilas dike. Em di fîlmê de qetek ji jiyana legengê me yê ku ji bo kişandina reklamekê dihere Tokyo'ya Japonya'yê dibînin. Ya rastî ev ne bes qeteke kurt e, ev hêmanek zehf girîng ya jiyana mere ye ku di her qadên jiyana mere, mere her tim beraliyekê dibe. Di heman demê de hilketinek û ketinek e jî. Kêfxweşiya mêrikekî ku ji jiyanê sar bûye ya di çend rojan de hilketinek; di dawiya wan rojên ku bi kêfxweşiyê derbasbûne de qedîna kêfxweşiyê jî ketin e. Welhasilî kelam ev fîlm li ser derûniya mêrikekî ye ku şekepeqe bûye..



Derhêner Sofia Coppola vegotinek sade ji yeka pirole çêtir dîtiye. Ku mere baş bi mijara fîlmê têbigihên, mereyê jî fêhm bikin bê ka Sofia çima vegotinek wisa bijartiye. Carinan vegotina derûna mirovekî/ê pir zor û zehmet e lê carinan jî mere dikare bi hêsanî wê vebêjin, weke Sofia Coppola. Li gor min jî vegotinek wisa hêsan çêtir bû ye.



Senaryoya fîlmê jî Sofia Coppola nivîsandiye. Pirî cih daye detayên bêpêwîst lê dîsa jî bi mere zêde nayê xuya kirin. Xêndî vê ger em li gelemperiya senaryoyê binihêrin, em dikarin bêjin senaryoyek baş e. Di fîlmê de du lîstikvanên pir navdar dilîzin. Yek Bil Murray'ê ku ez pir jê hezdikim. Ya din jî Scarlett Johannson'a spehî ye. Scarlet'ê lîstikvaniyek mere mest dike pêşkeşî me nekiriye lê Bil Murray bi lîstikvaniya xwe mere heyranî xwe dihêle..



---> http://tinyurl.com/ovk3sk4



24.04.2014 15:45 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [19]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
belki ev jî bala te bikişînin
» lost in space

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî