3. helbesta ku wekê piraniya helbestên helbestkarê xwe mirov diêşîne û di nav jehra evînê de digevizînê ye.. di helbestê de teşbîh û metaforên seyr ên tamxweş yên wekê destmêja te û janê ji hevdû naşike, bêrîvana baranê, teşiya bê, (destara berfê) hene.. wekê gelek helbestên rênas jiyanî di vê helbestê de jî mirov nikare bihêsanî têderxe û têbigihe bê ka bang li dergistî û delalî û dilketiya xwe dike û jê gazind û lomeyan dike an ax û xaka xwe.. li gorî standartên helbesta cîhanê jî payeyek berz û bilind a vê helbestê heye.. ji ber hindê li gorî min divê li çend zimanên cîran û yên cîhanê bê wergerandin û bi ser navê nmûneyek ji helbesta modern a kurdî bê pêşkêşkirin û belavkirin.. |
|
19.07.2013 03:30 |
endazer
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |