Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 17 peyam
endazer

endazer

98. nivîskarê tirşikê ku di dilê korfêm û nezanan de bûye kul û derd, her wextê ku dikevim tirşikê teqez li ser navê wî rastê mijarekê têm. yanî jixwe kêm zêde mariv tehmîn dike bê ka dîsa kê çi gotiye û dîsa kê ji ber çi peyvên xwe yên kirêt û genî bi awayekî neyartî û bêbextî li wî vereşandiye.. ya rast her çendîn peyamên ne baş binivîsim jî bêhemdî û pirrî caran jî bi hemdê xwe dikenim ji ber ku peyamên nêyînî yên hêşxwaran kêm zêde dişibin hevudu, hem ji aliyê naverokê ve -a rastî bênaverokî- hem jî ji aliyê şêwazê ve.. çi qas ji min tê ez dixwazim objektîv bibim yanî ne ji ber xweşkirina bazarê xwe lê bes ez we bixapînim jî nikarim xwe bixapînim, xwe bixapînim jî bê şik û guman xwedê heye ku nayê xapandinê li ser vê yekê dikarim sond bixwim ku peyamên hêşgirtî û hêşxwaran bi qasî serê pîvazekê jî hêja nîn in (li xwe mikur bêm ku dema dixwînim jî ji bela qedr û qîmeta kurmanciyê ye) lê bi çavekî objektîv û wijdanî lê binêrim û bi pîvanên navnetewî û mîkronetewî bipîvim peyamên ku ev camêr dinivîse û zimanê ku ev camêr bi kar tîne û hevokên ku ev camêr saz dike û diyariya me û hemû kurdan dike, eger mariv bi dilekî paqij û saf û pak bixwîne jixwe pirr baş têdigije ku derd û kul û mebesta wî û azara peyvên wî giş ji bo berfirehkirina asoyan û paqij û diristkirina kurmanciyê ye hemû peyamên wî li aliyekî, yên din ên hêşxwar û mejîzingargirtî li aliyekî.. de vêca jê re pêşniyaziyeke min heye bila xwe pirr neqehirîne lê em çi bikin qedera me her û her ev e weka ku dost çiyayî gotiye;

lê çi bikim

qelaç bi kaş

zinar sar

kevir kerr

newal lal

û piyên min qels in"

nivîskarê ku divê peyamên wî yên dirêj ên li ser meseleyên kurdistanê, wek ders bên xwendin û nivîsandin ji ber ku çêj û tehma ku ji kurmanciya wî digirim hama bêje ji ya nivîskaran nagirim bila her hebe..

not; niha dibe ku çend korfêm derkevin û bêjin hûn her û her pesna hevudu didin û hew! lê bi xwedê çi bifikirin jî ne xema min ê êdî min hêviyên xwe ji wan birrandiye ku wê tucarî ji fikr û ramanê fêm nekin!



09.06.2014 22:40 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bêrîtan [1]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
tirşik forûm [1]
tirşik forûm/145122 nişanyan werê dibêje: https://www.nisanyanadlar.com/isim/Berit...
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
belki ev jî bala te bikişînin
» endazer

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî