Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 61 peyam
weşanên çapemeniya pdk

weşanên çapemeniya pdk

1. nûçeyeke anf'ê ye û bûye mijara daxuyaniya kck'ê.



daxuyanî:



Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku ev demeke di hin navgînên çapemenî weşanê yên li Başûrê Kurdistanê de, weşanên li dijî polîtîkaya KCK'ê ya li ser Şengalê zêde bûne û got, "Di van weşanan de hewl tê dayîn, hin nêrînên der heqê Şengalê de yên ne aydî me ne, mîna nêrîna me ye, bên nîşandan. Di demeke ku ji bo rizgarkirina Şengalê têkoşîneke mezin tê dayîn de, daxuyaniyên bi vî rengî yên dûrî rastiyê û tevgera me hedef nîşan didin, ne li gorî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd e."



Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir, ku ev demeke di hin navgînên çapemenî weşanê yên li Başûrê Kurdistanê de, weşanên li dijî polîtîkaya KCK'ê ya li ser Şengalê zêde bûne û destnîşan kir, ku daxuyaniyên dûrî rastiyan ên mîna ku hewl tê dayîn Şengal ji Kurdistanê bê qutkirin, tên dayîn.



Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Komîteya Têkiliyên Derve, Endamên Konseya Rêveber û Hevserokatiya me, gelek caran dane xuyakirin ku îdîayên bi vî rengî ne rast in, daxuyaniyên ku îdîa dikin 'hewl tê dayîn Şengal ji Başûrê Kurdistanê bê qutkirin' ne rast in. Li gorî nêrîna giştî ya tevgera me, Şengal dikare xwedî rêveberiyeke cewherî ya bi Federasyona Başûrê Kurdistanê ve girêdayî be. Nirxandineke me ya bi vî rengî heye." Hevserokatiyê destnîşan kir, ku di ti nirxandinên wan de behsa herêmeke xweser a ji Federasyona Başûrê Kurdistan qutbûyî nehatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku berî çend rojan Êzidiyên li Şengalê di civînekê de biryar dan ku ji bo avakirina rêveberiya xwe ya cewherî û parastina xwe ya cewherî ew hin xebatan bidin destpêkirin û hat destnîşankirin, ku piştî wergirtina van biryaran hin navgînên çapemenî weşanê yên li Başûrê Kurdistanê, hin derdor û saziyên siyasî li dijî PKK'ê dest bi kampanya reşkirinê kirine.



Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Di van weşanan de hewl tê dayîn, hin nêrînên der heqê Şengalê de yên ne aydî me ne, mîna nêrîna me ye, bên nîşandan. Di demeke ku ji bo rizgarkirina Şengalê têkoşîneke mezin tê dayîn de, daxuyaniyên bi vî rengî yên dûrî rastiyê û tevgera me hedef nîşan didin, ne li gorî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd e."



Di daxuyaniyê de ev xal hat destnîşankirin: "Civîna li Şengalê civînek li derveyî tevgera me ji aliyê Êzidiyan bi xwe ve hatiye lidarxistin. Pêkhatina civîneke bi vî rengî ji aliyê civata me ya Êzidî ve û nîqaşkirina hin pirsgirêkan, divê gelekî normal bê pêşwazîkirin. Hevaleke me ya Êzidî jî bi nasnameya xwe ya Êzidî tevlî vê civînê bûye.



Civîna li Şengalê bi temamî civîna civata me ya Êzidî ye û bi vîna xwe ya cewherî hin biryar stendine. Bêguman ev biryar wê beriya her tiştî bi vîna civata Êzidî bicih werin anîn. Lê belê ji ber ku tevahiya gelê Kurdistanê eleqedar dike, xûsûsên ku divê tevahiya hêzên neteweyî nîqaş bikin û bi konsensusekê bixin pratîkê ne. Bi kurtasî, divê civata me ya Êzidî ya li Şengalê, ku parçeyek ji Başûrê Kurdistanê ne, van biryarên xwe li gel hemû hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, bi diyaloga li gel wan re bixe pratîkê. Dema em rast bibînin, em ê weke hêzeke neteweyî destekê bidin rêveberiya xwe bi xwe û parastina cewherîya civata me ya Êzidî. Ev desteka me jî divê weke wezîfeyeke me ya neteweyî bê dîtin. Em li ser navê civatekê biryarê nadin û naxin pratîkê, nêzîkatiyeke me ya bi vî rengî nabe. Zîhniyeta me û nêrîna me ya siyasî rast nabîne ku em der heqê civatên cuda de biryarê bidin. Ji ber vê yekê îdîayên dibêjin; li Şengalê PKK'ê civîn lidar xist, civînda lidarxistin û ji bo Şengalê biryar stend, ne rast e.



Bi qasî ku ji agahiyên çapamenî-weşanê tê fêmkirin, di civîa li Şengalê de biryara avakirina Kantonekê nehatiye stendin. Bi tenê di mijarên rêveberiya cewherî, parastina cewherî, aborî û hin mijarên din de komîsyon hatine avakirin û biryara destpêkirina xebatê hatiye stendin. Êzidî tevî ku xwedî taybetmendiyên xweser in, di heman demê de parçeyek ji neteweyîbûyîna demokratîk in. Mafê wan heye ku der heqê rewşa xwe ya xweser de biryarên xwe bi xwe bidin û girîng e ev biryar li gorî berjewendiyên neteweyî yên giştî bin.



Tevî ku naveroka tevahiya biryaran nayê zanîn jî, rêveberiyeke cewherî ya Êzidiyan a ser bi Federasyona Başûrê Kurdistanê pêwîstiyeke demokratîkbûyînê ye û berevajî qelskirina Başûrê Kurdistanê wê rewşeke xurtkirina Başûrê Kurdistanê biafirîne. Wê girêdana Êzidiyan a bi Federasyona Başûrê Kurdistanê re xurtir bike. Dema weke tevger em dibêjin divê Êzidî xwedî rêveberiyeke cewherî û parastina cewherî bin, her tim bi vî rengî em nêzî van mijaran bûn. Bi ti awayî, me ti carî ne nirxandin kir ne jî pêşniyar kir ku ji Başûrê Kurdistanê bê qutkirin yan jî Federasyona Başûrê Kurdistanê bê qelskirin. Em di wê baweriyê de ne, ku ji bo Şengal bibe xwedî rêveberiya cewherî û parastina cewherî divê Federasyona Başûrê Kurdistanê bi berpirsyarî rabe. Em bawerin ku divê Federasyona Başûrê Kurdistanê bibe xwedî polîtîkayeke bi vî rengî ya xurtkirina xwe."



Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd, li Şengalê bi hişmendiya bicihanîna berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî civata Êzidî tevdigere û got, "Di nêrîna tevgera me de bi dest xistina cihekî yan jî rêveberiya cihekî nîne. Ji ber vê yekê, nêzîkatî û propagandaya li hin navgînên çapemeniyê yên ser bi PDK'ê ne rast in, ku îdîa dikin PKK cihekî bi dest dixe, li wir kantonên bi xwe ve girêdayî ava dike. Weşan û îdîayên niha tên kirin xetere ne, ku dikarin hêzên parastina hevpar ên Kurd ên li Şengalê li ber xwe didin, bînin hemberî hev. Di rewşa heyî de, ji bo rizgarkirina Şengalê û parçeyên din ên Başûrê Kurdistanê yên hatine dagirkirin, berpirsyariya me ya têkoşîneke hevpar heye. Di rewşeke bi vî rengî de, di ser civîneke Êzidiyan lidar xistin re, destpêkirina kampanya reşkirinê li hemberî Tevger me, ji her awayî ve li dijî berjewendiyên neteweyî ye.



Hêzên neteweyî yên Kurd dibe ku xwedî nêrînên cuda bin. Çi nêrînên rast çi jî ne rast. Em di wê baweriyê de ne, ku eger di navbera me hêzên neteweyî de pirsgirêkek hebe, divê ev yek bi nîqaşê were çareserkirin. Di mijara biryarên di civîna li Şengalê de hatin wergirtin, hêzên din jî, em jî dikarin bi Êzidiyan re nîqaş bikin. Lê belê, di ser civîneke li derveyî me hatiye lidarxistin re, divê hemû hêzên Kurdistanî xwe ji afirandina aloziyên bi vî rengî vegirin. Di demeke ku li Rojhilata Navîn xeteriyên gelekî mezin hene û derfetên ji bo bidestxistina destketiyên gelekî mezin heye de, divê çareserkirina pirsgirêkan bi rêbaza nîqaş û diyalogê tercîha me be. Em careke din diyar dikin ku amade ne, li pêşberî hemû pirsgirêkan bi berpirsyarî tevbigerin û berpirsyariyên xwe bicih bînin."



çavkanî: anf



19.01.2015 11:32 | nazim tolhildan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» weşanên wardozê
» çapemeniya kurdî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî