7. (bnr: ger dê hebûya me ittifaqek)
Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke
Da cam bi mey cihannuma bit
Herçî me irade ye xuya bit
Da keşf bibit li ber me ehwal
Kanî dibitin muyesser iqbal
Idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê
Ya her wehe dê li istiwa bit
Hetta weko dewr munteha bit
Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb
Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hişyar
Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padişahek
Şîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘ilacê
‘Ilmê me bibînitin rewacê
**
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi şikke meskûk
Ned’ma wehe bêrewac û meşkûk
Herçend-ı ku xalis û temîz in
Neqdêyn bi şikkeyê ‘ezîz in
Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk
Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwidê wisa kir
Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir.
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şa‘ir û feqîran
Herçî bire şîrî destê himmet
Debt kir ji bo xwe bi mêrî dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
Wê hukim-i di destê şîrê rûs e
Lê ‘iqd û sidaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û ‘eta û bexşîn
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet:
”Mehra te çi?” Gote min ko “himmet”.
Hasil ko dinê bi Şîr û ihsan
Tesxîr dibit ji bo wî insan
***
Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc-i di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girtî bi şîrî şehrê şuhret
Tesxîr-i kirin biladê himmet
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi rezmê Ristem
Bif‘kir, ji ‘Ereb heta ve Gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê burcan
Ev Rom û Ecem bi wan hesar in
Kirmanc-i hemî li çar kinar in
Her du terefan qebîlê Kirmanc
Bo tîrê qeza kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in sedîd in
Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
***
Cwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi şîr û himmetê dad
Hindî ji seca‘etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û siqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz-i dibûn ji hev meqalat
Mumtaz-i dibûn xwedankemalat
Ehmedê Xanî (1651-1707)
|