6. D Î LB E R
Lê lê dîlber,
Dîlberê
Payîz e, xelqê, Xweda rebîyo
Temamê zozanvana koçer in
Îro zozanê xwe çêrand in
Xam berindîra li welatê Serhedê
Mexelê Bîngolê daw gerand in
Bira kula xwedê bi kul be
Têkeve mala bavê Memed Begê Mîrê Tatosê
Bu sebebê min û dîlbera min
Loma îro destê me jihev qetand in
Ezê rabim
Herim mehela jorîn
Xwe bavêm bextê axan û began, gelî rûsipîyan
Bextê we ketime
Payîz e
Dîsa mereqek li canê min peyda bûye
Lo gidîno
Xortê mehela xwe temî kin
Payîz e
Qîzê mehela me heland in
Dîlber dîlber dîlber dîlber dîlber dîlber dîlber dîlber dîlber
Dîlber dîlber dîlber dîlber
Ez şaş im mietel im
Ezê di dûyê dîlbera delal da rûnêm
Gelo ji kî re bêjim dîlber dîlber dilber
Weê xirabo gundo
Lê lê dîlber
Rabe îro çîya badikir çîya
Hey malxirabo van erd û zozanê hanê
Temamê wan koçer bûn, iro çîya man çira xalî
Bona Xudê xwezil min bi zanî
Kanê koçerê îro digerîyan li van erd û cîya
Çîyayê mezin sekinî çiyayê piçûk bakir hûrdevîya
Go: “Belkî mala we bişewite; lewra em piçûk in eqlê me nagê tu cîya
Di bû waxtê zozana, kulîk û kardîya
Qîz û bûka teşî û kulîyê xwe derav danîn van zozan û çavkanîya
Temamê wan koçer bûn, payîz e, erdê wan kût bûne dagerîyan ser xanîya
Rebbê alemê belkî tu xirab bikî mala bavê Memed Begê Mîrê Tatosê
Bû sebebê me hemûya
Di bextê we da me
Loma destê min û dîlbera min ji hev qetîya
Payîz e, dîsa mereqekî li canê min peyda kirin e
Malê me ji zozana dagerîya
Ey Xudê, Rebbîyo bîna xanîya pîs e, di tirs im
Dîlbera min nazik e, xanî xirab bikin rengê van zerîya
Dîlber, dîlber, dîlber, dîlber, dîlber,
Dilber, dîlber, dîlber, heê dîlber…
Lo gundo gundo gundo gundo
Belkî li te bixwûne qijik, qertel, pepûk, teyrê kundo
Îro di kavlê gundê me da, ez dîlbera xwe nasdikim,
Yeqîn dikim îdî li dûyê dîlbera min kavlê gundê me da nema
Qîzê bi reşkezî ka bûkê rindo
Weê xirabo gundo…”
reso
http://www.kovarabir.com/tag/dengbej/
|