3. li gel ku piştî wê note 4 û 5 derketin, dîsa jî gelek bes û zêde ye. heta hin tiştên ku di note 5ê de tune ne jî dihewîne.
min bi vê telefonê xwest axaftinên xwe yên di telefonê de qeyd bikim, lê min dît ku tu bernameyê di google playê de nikarin vê yekê bikin. tenê bernameya boldbeast call recorderê karî bike. ew jî bi mîhengên taybet û erka root (rêbaz li vir e: Here lînkê)
min berê di telefona xwe ya reben ya galaxy ace'yê bi hêsanî axaftinên xwe qeyd dikirin. xuya ye samsungê di note 3'ê de vê yekê zehmet kiriye.
di lêkolîna xwe de rastî rom'a darlord hatim. îdîaya vê romê ew bû ku note 3ê, vediguherîne note 5'ê. rêbaz: Here lînkê
min romê daxist û li telefonê saz kir.
encam:
1- telefon êdî dibêje qey note 5 e.
2- hema bêje hemû taybetiyên note 5ê, li telefona min saz bûn. (bernameya kameraya wê ya taybet, moda tasarrufa ultra, taybetyên Air command, action memo, smart select û hwd.)
3- her wiha taybetiyên People Edge û bernameyên li kêlekê, yên galaxy s6 edge jî li telefonê zêde bûn.
4- êdî bêyî tu bernameyan, telefon dikare axaftinên min qey bike. û min heta niha qeydek evqas biqalîte nedîtibû.
5- bêyî tu bernameya taybet, taybetiya astengkirina kesan, li telefonê zêde bû.
6- butona "sepanên dixebitin" lê zêde bû. kurterêya kamerayê ya bişkojka home'ê çêbû.
7- versiyona herî dawîn ya touchwiz û androîdê li telefonê bar bû.
li gel van taybeetiyên xweşik avantaja note 3ê yên li gorî note 5ê;
1- tê de ir blaster heye. yanî dikare tv, satalayt, klîma û hwd. kontrol bike.
2- bataryaya wê dikare were derxistin û guhertin.
tabî hişkalava (hardware) note 5ê, çêtir e. lê bi van guhertinan ez dikarim bibêjim note 3a makyajkirî, ji note 5ê şêrîntir û fonksiyoneltir e.
|