Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 24 peyam
destanên kurdî

destanên kurdî

1. destanên kurdî parçeyeke mezin û girîng digire di folklora kurdî de. destana herî dirêj a kurdî memê alan e. di vê destanê de di derbarê jiyan, çand û mîtolojiya kurdan de tiştên girîng hene. destan ji hêla edebî ve jî pir serkeftî ye. waryanta vê destanê a herî dirêj di salên 30 î de ji hêla roger lescot ji devê dengbêj miço an jî mîşo hatiye berhev kirin. ev destana di heman demê de bingeha mesnewiya ehmedê xanî û romana remezan alan e jî . fîlmê wê jî ji hêla tirkan ve hatiye kişandin. hikmetin attı li ser wê teza lîsansa bilind jî nivîsî. ligor min hê jî qiymetê vê destanê nehatiye zanîn. bi sedan waryantê wê hene û hatine berhev kirin. ji bilî vê destanê, destana siyabend û xecê, kerr û kulik, dimdim, zembîlfroş, ferx û stî, şêxê senan, jî heye. mixabin gelek kurd destan, kilam û çîrokên gelêrî tevlihev dikin. mesela radibin ji kilameke dîrokî û hinekî dirêj re dibêjin destan. an jî ji çîrokeke gelêrî re dbêjin destan. destan, berhemên helbestî ne. di dewrên gelek kevn de derketine holê, tê de motîf û tîpên derasa hene. ji çîrok û çîrokên gelêrî dirêjtirin. hin destan ji serî heta binî menzum in. di hinan de jî beşên mensur hene bes ev beşana pirr kurt in. \r\nmijara hin destanan evîn e, wek memê alan, wek ferx û sitî. \r\nmijara hin destanan şer û berxwedan e, di van destanan de agahiyên dîrokî jî hene. destana kela dimdimê û qewlê newala sîsebanê destanên wisa ne. \r\ndi hin destanan de şer û evîn bi hev re dibe mijar, wek siyabend û xecê, wek kerr û kulik,



26.09.2016 23:04 | hêvî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [1]
Bersiv ji bo peyama hothorik; 1- sond bixwe daku careke dîtir...
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
belki ev jî bala te bikişînin
» destanên kurdî
» kurdî de tunebûna daçeka pirsê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî