10. saya vê dersê zarok wê êdî bikaribin bi hêsanî darî bernameyên televîzyonên kurdî bikin jê fêm bikin û nûçeyên êvarî yên kanalên kurdî bi ber guhê bavê xwe bixin.. tê bîra min -çi hevokek xweş û levhatî ye ev- berê di malê de bavê min li ser med tv û roj tvyê seyra nÛçeyên bi tirkî jî û nûçeyên bi kurdÎ jî dikir lê ji yekî jî fêm nedikir.. piştî ku nûçe diqediyan berê xwe bi min ve dikir û digot kurrê min ka ji min re bêje çi got behsa çi dikir an çi bûye, çi qewimiye.. ji ber ku zimanê di pêşkêşkirina nûçeyan de dihate bikar anîn û zimanê me di nav malê de bikar dianî yekqet ji hev nedigirt - ne ku ez rexneyan li vê yekê digirim ev tesbîtek e- û tu kesî jî mekteb û medresa vî zimanî nexwendibû.. axirê heta min nÛçeyên êvarî bi serê bavê xwe dixist malik li min diçû mîratê û nîvê ruhê min diçû.. lê êdî nifşên çendî hefteyê du seetan be jî wê bi zimanê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bibin û ya ji wê jî wêdetir bi hînbûnên xwe yên wê bêtir bikaribin xwe îfade bikin û wê bêtir bikaribin ji çapemeniya kurdî fêm bikin û agahdar bibin.. ji ber hindê wek min berê jî gotiye divê her kurdek eger tu eleqeya wî/wê bi kurdîtiyê re nemabe jî bi ser navê zarokên xwe doz û daxwaza vê dersê ji mekteban bike.. |
|
10.09.2013 21:45 |
endazer
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |
|
se7en [2] |
|
hîperemezîs gravîdarûm [1] |
|
wele govend ranabe [1] |
|
sendroma swyerî [1] |