Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 64 peyam
şahînê bekirê soreklî

şahînê bekirê soreklî

14. Min beşê duyemîn û dawîn yê vê mijarê wekî beşê yekemîn wek nivîsar amade kir. Pêdandinên balkêş û pêşniyariyên bisûd bi zimanekî dirust û hêsan di nav hevpeyivînê de tê ravekirin. Fermo;

Bêjer: Di beşê yekemîn yê mijara derbarê tehlûkeya li ser Kurmancî de, Mamoste Şahîn Bekir Soreklî ragihand, ligel ku Kurmancan bi sedan sal zimanê xwe bi şêweyeke devokî domandine û parastine, di rewşa îroj cîhan û Kurdistan di nav de Kurmancan nema dikarin wek berê, bêyî nivîs Kurmancî biparêzin. Bi dîtina Mamoste Soreklî tenê pêşvexistin û bikaranîna Kurmanciya nivîskî dikare Kurmancî ji helandinê yan jî ji herimandinê biparêze. Nuha beşê duyemîn ji heman mijarê;

Mamoste, Kurmanciya nivîskî çiqas bisînor be jî heye. Ji bo çi Kurmanciya nivîskîya niha heye têre parastin û pêşvexistina Kurmancî nake.

Mamoste Soreklî: Dema we şad be guhdarên birêz. Belê me ye de ji ber jimareke ji sedeman û hinek ji van ev in. Yek, di navbera deryaya navend û gola Ûrmîye de bi milyonan Kurmancîziman dijîn wekî dizanî. Hin yek rojnameya kalîtebaş ya li seranserî herêmên Kurmancan beyêt xwendin tune. Xwendegehên Kurdîziman yên bi pirtûkên pedagojî yên li gor rêzimanya durist ku li seranserî van herêman heman bernameyan bikarbînin dîsa tune. Encumeneke fermî ya xwedî otorîte, selahiyet û endamên di warê zimanzaniyê de ihtisasî yanî pisporên akademî dîsa nayên dîtin. Du, Kurmanciyeke bi standarda yekgirtî ku bi milyonan Kurd bi rojane, her roj bikarbînin û pê bixwînin û binivîsînin hîn bi şêweyeke berfireh cih negirtîye. Tenê jimareke bisînor di nav halekeke teng de xwe pê ve mijûl dikin. Piraniya xelkê hîn nizanin ka mebest bi Kurmanciya standard û yekgirtî çi ye. Her komek zarawayê xwe lehceya herêmê xwe wek ya durist dibîne û ji yên din çetir dihesibîne. Sê, cîhan rojane, her roj bi şêweyeke bêhûde pêşvediçe û zanîn beza û bezatir û berfirehtir dibe ye. Bi sedan navên nû bo beşên gerdûnê, bo mijarên xwe bi klîmayê ve girêdidin. Ji bo hacetên cûrbecûr û gelek şahên din yên teknolojî û yên din tên holê. Ji bo kurmancî beşdariya di vê pêşkevtina beza ya zanistiyê de niye. Yan gelekî bisînor e. Ev tenê çend di sedemên me ye de dema me mixabin rê nade ku em xwe pê ve bi şêweyeke berfirehtir mijûl bikin.

Pêşkêşker: Mamoste, li herêma Kurdistanê, zanîngeh û xwendegeh hene. Gelo ji bo dîtina çareseriyên bo Kurmancî derfet li vir nebin?

Mamoste Soreklî: Di navbera Kurdan de gelek mijarên hesas hene ku gengeşe kirina van, minaqeşe kirina van hema hema tabû ye. Em wan mijaran bixwe nihantî dihêlin. Em naxwazin maxfir bikin. Bêyî xwe tixînim nav deryayeke ji keşeyan. Bi kurtî me ye de li herêma Kurdistanê Soranî serpereşt e, him ji aliyê fermî û siyasî ve him ji aliyê perwerdeyî ve. Ez bixwe ji Soranî pir hez dikim. Yanî naxwazim kes min şaş fêm bike. Min xwebixwe fêrî xwendin û nivîsandina Soranî jî kiriye û bi saya danûstandina bi dehan sal bi sedan ji dost û nasên Soran re, nas û dostên xoşewîst, ji mêj ve Soranîzimanim jî. Lê em li vir behsa tehlûkeya Kurmancî di nav de dikin e. Bi kurtî li herêma Kurdistanê bi qasî ku ez dizanim çi gavên pêşvexistin û berfirehkirina Kurmanciya nivîskî ku têre perwerdekirina jimareke bilind ji helkê bikin cih negirtîne. Û ji bîr neçe ku li Başûr piranî bi tîpên Erebî, Farisî di kar de ne, ne yn Kurmanciya Latînî me ye de.

Bêjer: Mamoste, pêşniyaziyên te ji bo pêşvexistina Kurmanciya nivîskî hebin?

Mamoste Soreklî: Pêşekî bibejim ku pêşkeftineke gelekî bisînor di warê xwendin û nivîsandina Kurmancî ve heye. Lê pir û pir bisînor e. Nimûneyeke bidim. Hinek nivîskarên me hene ku kesên Kurdperwer in. Û Kurmanciya wan baş ya nivîskî yan pir baş e yan nexirab e. Hinekan ji wan ji wan mêran hewl dan di medyaya civatî de tenê bi Kurdî binivîsînin. Lê dîtin ku tenê jimareke nizm ji Kurdan wan nivîsaran dixwînin û piraniya yên dixwînin jî ji naverokê baş tênagehên. Lewma hinek ji wan neçar man dîsa bi Erebî yan bi Tirkî binivîsînin. Daku nivîsarên wan ji aliyê bêtir kesan ve bên xwendin. Ev jî vê wateyê dide ku xelqê me bi piranî nikare Kurmanciya nivîskî bixwîne û ji naverokê berheman baş têbigihên. Neku naxwaze, lê nikare. Ji ber ku bi zimanê Kurmancî perwerde nebûye. Ji bî neket me ye de meriv duwanzdeh, sêzdeh, çardeh salan diçe xwendegehê. Yanê wek zarok, wek ciwan û bi hezaran seet xwendegehan derbaz dike. Taku bi hesanî dixwîne û dinivîsîne û ji naveroka berhemên bi zimanekî têdigihê. Mixabin pêşniyarî di rewşa îroj de, bi ku te pirsî hema hema bêyî sûd in, bêfêyde ne. Çimkî derfetên ji heqê wan derkevin nînin. Lê bi kurtî hinek pêdivîyan yan hewcedariyan wek bersiva pirsiyara te ragihînim, ku ji bo pêşvexistina Kurmancî, berfirehkirina Kurmanciya nivîskî pêwîst in;
Yek, perwerdekirina mamosteyên fêrkirina Kirmancî, li dû amadekirina bernameyên akademî yên pedagojî yên li gorî zanîna nûjen ya fêrkirina zimana.
Du, birêxistinaencumeneke ji akademî yên zimanzan ji bo pêşvexistina peyvên ji bo zimanê nûjen pêwîst û danîna rê yên ji bo yekkirina bendên rêzimanî yên Kurmancîyeke standard ji bo nivîsandinê.
Sê, damezirandina enstitû û akademî yên zimên bi şertê ku bi rê ve ne bin rêxistinên siyasiyên partiyan.
Çar, bi rêxistina dezgehên televîzyûnî yên pêşvexistina Kurmancî bo xwe dikin yek ji armancên girîng.
Pênc, ziyadekirina jimara xwendegehên Kurmancîziman û xwendegehên êvaran ji bo perwerdekirina dayan û bavan.
Şeş, veşandina rojname û kovarên bi naverokeke rengîn û bi zimanekî dirust û hêsan.
Heft, perwerdekirina endamên civatê ji bo nerxdayîn û girîngdîtina xweser pê xwendinê.
Heşt, misogerkirina piştgirîya aborî bo nivîskarên xwedî berhemên baş yan xwedî bihêza afirandina bedew ya bêjeyî.
Neh, birêxistina navendên bo xwendinê û yên ji bo gengeşeyên wêjeyî, herwiha avakirina şanoxaneyan, navendan perwerdeyî û pirtûkxaneyan.
Deh, amadekirina ferhengên baş û dirist, herweha pirtûkên fêrkirina gramerê yên baş û ji aliyê rêzimanên akademî ve hatine amadekirin.
Yanzdeh, dîtina çareyan ji bo birêxistina derfetên kirîna rojnameyan, pirtûkan, kovaran û xwedî derketina li berhemên nivîskî.
Van tevdêran û yên din girîng in ji bo misogerkirina, rizgarkirina Kurmancî ji tehlûkeya helandinê yan herimandinê. Û daku ev ziman ji bo nifşên siberojê bimîne me ye de.

Pêşkêşker: Spas mamoste ji bo beşdariya di beşê duyemîn û dawîn yê vê mijarê de.

Mamoste Soreklî: Hêvîdarim naverok sûdmend û balkêş bû ji bo guhdarên dilsoz. Sûdmend bû spas me ye de.

Kesên daxwaz dikin li ser vê lînkê dikarin guhdariya hevpeyvînê bikin:
Here lînkê



17.02.2017 09:51 ~09:53 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» şahînê bekirê soreklî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî