5. (bnr: erê), belê, erênî.
Dijwateya na
Wekî dî wîkîferhengê dûvdirêj kiriye û gotiye :
1. yekem tîpa û yekem dengdêra alfabeya kurdî ye û nîşana dengek dirêj e
2. ax!, ox!, of!, oy!, wey!, heyha! weyla!: A çi hewayek xweş e! 'Ax çi rojek xweş e!' A çi zalim e! 'Wey çend zordar e!'
3.e, erê, belê, bersiva erênî
'Çi?' ’(Min nebihîst ka te çi got?'
4.li şûna peyvên yekjimar yên zayendmê yên diyar: A min sor e 'Sêva min sor e.'
5.li şûna navdêrên zayendmê daku navdêr neyê dubarekirin: Roj a wan e 'Roj roja wan e.'
6.dikeve navbera du diyarkeran yên ku li dû peyvek yekjimar ya zayendmê tên: pirtûka sor a li erdê
7li şûna "ew tişta (ku)": A ku wî got, me ji mêj ve dizanî 'Ew tişt, ya ku wî got, me ji mêj ve dizanî.'
7.ji çend kesan yan tiştan yeke diyar ya zayendmê: Du keç bûn. A bejndirêj pirçreş bû 'Du keç bûn. Keça bejndirêj pirçreş bû.' Sê kes bûn: yek şabanû, yek dotmîr û yek jî xidam. Navê a xidam Xecê bû 'Navê xidamê Xecê bû.'
8.bi gotina, li gor gotina, bi şîreta, li gor şîreta, li gor pêşniyaza: Ger bi a min bikî, qet ji vir naçî.
9.di hin devokan de dikeve pey kirdeyên / subjeyên yekjimar yên zayendmê û wateya berdewamiya kirinê didiyê: Xezal a dinivîse 'Xezal aniha / vê gavê / vê kêlîkê dinivîse.' Ez a dixwim 'Ez li ser xwarinê me.' Tu a dixwînî 'Tu tam vê bîskê / kêlîkê dixwînî.' Ew a dipêje 'Ew aniha dipêje.'
10.di hin devokan de lêkera "bûn" di rewşa yekjimar ya dema nihoyî de bo kirdeyên yekjimar yên zayendmê dide: Jiyan a li malê 'Jiyan li malê ye.' Ez a li malê nînim 'Ez ne li malê me.'
11.di hin devokan de di dema borî ya dûdar de li bireserên (objeyên) yekjimar yên zayendmê zêde dibe: Min ew kitêb a kirriye 'Min ew pirtûk kirriye.' Bo navdêrên /
12.cînavên yekjimar yên zayendnêr binere: ê
13.di hin devokan de li şûna "e" ya forma dema nihoyî ji lêkera "bûn" bo cînava sêyem ya yekjimar: Ew mezin a 'Ew mezin e.'
14.destpêk: Ji a ta z 'ji destpêkê ta dawiyê', 'ji serî ta binî'
15.bijare, herî baş: Ev hêk kalîte A ne 'Ev hêk yên herî baş in.' 'Ev hêk yên bijare ne.'
16.kurtebêjeya van peyvan: amper, ar)
|