Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dîlok] de;

12. bajara ku li gorî encamên niha, wê 2 wekîl derxe. di dîroka xwe de cara yekem derdikeve û cot derdikeve.



07.06.2015 19:31 | simurg56

11. di perwerdehiyê de gelek paş de maye. di azmûnên ji bo zanîngehan de, di rêza 64. de ye.

sedema wê jî ew e ku kes naxwaze bixwîne. ji ber ku sanayiya wê pêşketî ye û kar û barên din (di serî de endûstriya xwarinê) jî hene, herkes karên tîcaretê ji xwendinê qîmettir dibîne.



28.03.2015 10:40 | simurg56

7. bajerê herî xwedemezin/nefmezin yê dinyayê ye. tu dibêjî qey parîs e! xelkê wê bajarê xwe ewqas xweş dibînin, xwarinên xwe ewqas bêemsal dibînin ku mirov dibêje qey nexwe çavê min şaş dibîne.

ya yekemîn, bajar ne xerab e lê ne bajareke ewqas xweş e. bajarek piçekî pêşketî ye û hew! tu taybetiya wê ye nedîtî tune. weke mînak ne ji amedê xweştir e, ne ji amedê mezintir e ne jî ji amedê kevintir e.

kêmasiya wê ya herî mezin tunebûna ava wê ye. tabî gelek bajarên bêav hene lê hema bêje piraniya bajarên mezin av heye. qet nebe gol heye. bnr: stenbol, îzmîr, mêrsîn, edene, antalya, ankara (Gölbaşı), van û hwd.

jixwe dîlokî jî vê kêmasiyê baş dizanin û ji bo ji holê rakirinê her tiştî dikin, weke mînak:

- golên biçûk yên çêkirî, hatin çêkirin (allaben, dülük...)

- projeya çêkirina otobanek rasterast li hatayê, tê plankirin (wê riya li behrê gelekî kurt û lextir bibe)

- xwedî li bendava rumkale ya xelfetiyê derdikevin.



golên çêkirî ne xerab in. gelke ked dayînê. ya li dülükê goleke biyolojîk e lê biçûk e. ya li allebenê jî biçûk bû lê vêga tê mezinkirin. dema qediya wê bibe 2-3 qet mezintir. li dora wê hewz mewz jî tê çêkirin. her du gol jî qadên seyranê ne. jixwe xelkê vî bajarî hemû rojên xwe yên vala de, diçin seyranê ku kebaban çêkin.



ger em werim meseleya rumkaleyê jî, rumkale eslê xwe de girêdayî navçeya nizip ya dîlokê ye. lê aliyê turîstîk ya vê derê xalfetî bixwe ye. yanî xalfetiya kevin ya berî bendavê. bi daxwazên dîlokê, berî 3 salan pêşbaziya offshore ya navnetewî li ser vê avê hat çêkirin û dîlokê vê organîzasyonê weke reklamê gelek bi kar anî. heçiyê nezane wê bibêje qey dîlk bajarek girav e. lê rastiyê de rumkale nêzikî 100 km ji dîlokê dûr e.



dîsa meseleya xwarinan de jî dîlok xwe bêemsal dihesibîne lê ne wisa ye. kebaba balcanê ya ku dîlokî lê xwedî derdikevin eslê xwe de xwarina rihayê ye lê ji rihayiyan zêdetir dîlokî lê xwedî derdikevin. baklavaya ku çêdikin, eslê xwe de aîdê ereban e. ya rastî, piraniya xwarinan aîdê ereban e. lê tevî vê yekê jî mitfaqa dîlokê ne bi qasê gotinan dewlemend e. belê dewlemend e lê ne bi qasê ku ew bixwe pê pesin didin. ji ber ku jixwe li piraniya bajarên rojhilatê/kurdistanê xwarinên ji hev xweştir hene.

(bnr: beyran), (bnr: yuvalama), (bnr: nohut dürüm) û hwd.



26.10.2013 17:04 | simurg56

5. xwediyê edetên cuda ne.

vê meha remezanê rastî edeteke wan ya nû hatim.

dema mirov here cihekê fitarê, pêşîn şorbeyek tê. vêca piştî şorbeyê taştê destpê dike. erê erê taştê; ; çay, penîr, bacan û xiyarê tîjîkirî, hingîv, rêçal û hwd. piştî taştê xelasbû nû xwarina sereke tê. tabî piştre jî şîranî û qehwe.



31.07.2013 21:21 | simurg56

1. Navê kurdî ya bajarê tirkiyê; gaziantep

li dîlokê gundek bi navê dülük heye ku îsal li cîwara wê seyrangehek bi heman navî vebû ku tê de goleteke biyolojîk heye.

Nizanim lê meraq dikim ka gelo navê dîlokê ji vî gundî hatiye an na.



16.06.2013 21:17 | simurg56