(24) (8) (1) |
|
11. îro di Twitterê de Tevlî odeyekê bûm. Hemû jî duhokî bûn. Tenê keçikek tirkî dizaniya, dimilekê me hat û keçik pê re tirkî peyivî. Dimilo got “Sen nerde yaşıyorsun? (Tu li kû dijî?)” |
|
27.06.2021 00:59 ~01:00 |
asîmanê sêwî
|
12. çend xoş fesadî başuriyan deken;) ez başûrî me rast e kesên wisa hene, lê ez jî li vir ber xwe dikevim û dilê min jî aciz bûye ka çend westiyame heta wan bidim fêm kirin yên hez dikin dijminê we ye! lê siyaseta dagîrkaran û bandora wan bi ser nifşên nû bi taybetî heye û hukumeta başûrê Kurdistanê bi xwe li gel Tirkiyê dost e ka dibe mîlet jî çawa be? hikumet mîletê rezîl kirye siyaseta wan jî bi ser xelkê bi bandor e hezar carî mixabin lê dîsa jî em nabe biryar bidin li ser hemû kurdên vira jiber ku bi çend mirovên gêj ne wate ye ku hemû wisa nin bila em piştgiriyê bidin hev yên Kurdperwer,, û yên heyranê dijminê xwe ne wenda bikin bitaybetî niha li vir yên ku Kurdperwer in wenda ne yên ku tirk hez in xuya ne divê em Kurdperwer piştgiriyê bidin hev ji hemû aliyekî welat em biserkevin û em bi bandortir bin li ser wan siyaseta dijmin û xwefiroşan hilweşînin. |
|
27.06.2021 12:34 ~12:36 |
hewlêriha
|
13. û ji bo zimanê duyem jî ez dibêjim Înglizî ye ne tirkî an erebî an tiştek wisa li vir dikarim bibêjim piranî Înglizî dizanin paşî zimanê şêrîna kurdî |
|
27.06.2021 12:42 |
hewlêriha
|
14. Îngîlîzî û tirkî ye. Îngîlîzî normal e Lê Çima tirkî? Bandora rêzefîlmên tirkan gelek e. Sedemên din jî deriyê xabûr e ku hema bêje hemî cûreyên xwarinê li vir derbasî başûr dibe. |
|
27.06.2021 17:18 |
kajav
|
erdal kayayê tirkan [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |