Ferhenga înteraktîf
kelha hewrexê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kelha hewrexê

1. li herêma xesxêrê (berwarî) ya botanê dimîne. di serhildana 1942'an a mîr bedirxan de ev keleh dibe keleha berwedanê ya kurdan. hê li vê kelehê şopa topên dewleta osmanî hene.



21.07.2014 15:04 | zero

2. mîr bedirxan di sala 1842an de li hember dewleta osmanî serî hilda. çend caran osmaniyan bi mîr re şer kiri. lê nekarîn û têk çûn. îcar osmaniyan berê xwe dan dek û dolaban. di demek mîr bedirxan paytexta serhildanê cizîr teslîmî biraziyê xwe êzdînşêr kirî osmanî hatin û bi biraziyê mîr re lev hatin, di encama vê levhatinê de cizîr yanî paytexta mîrîtiyê ket bin destê osmaniyan. mîr bedirxan jî piştî bihîstina vê rewşê xwe da kelha hewrexê û li wir kete rewşa xweparastinê. di nava kelhê de şer bi mehan dewam kir, dawiya dawî mîr fêm kir ku xilasî nîn e û bi şertekî teslîm bû, şerta wî ew bû ku wê osmanî ji gel tu kesî nekujin û zirarê nedin tu kesî. û keleha hewrexê jî ket. piştî wê mîr bedirxan û malbata wî ji welatê xwe hatin derxistin, mişextî bûn. û paytext mîrîtiyê jî ji insanan hate valakirin û hefteyekî sax dewleta osmanî cizîr da ber topan. û keleh û sûrên cizîrê xirîxopan bûn.



21.07.2014 16:44 | xendekî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kelha babîlê

Kategoriyên mijarê:: cihuwar dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî