Ferhenga înteraktîf
trt kurdî
(10) (5) (3)
di mijarê de bigere
tirşik-trt kurdî

1. Navê nû ya trt 6 e ye, Îro dewsa navê trt 6 ê vê navê Xwe hilda.



Min Nivîsekî de xwendibû, gava trt 6 ê vedikin, ev nav ji alti (di tirkî de) yanê bi maneya alt kultur hatiye lê kirin. îdîayê nivîskar Rast e yan ne rast e nizanim lê belê îro ev nav hate guhertin.



10.01.2015 20:26 | mîr

2. berî ku navê wê bibe trt 6 (şeş, altı) navê wê trt 8 (heşt, sekiz) bû, lê ji ber ku tîpa h ya di serê heştê de li deverinan req û li deverinan jî nerm dihate bilêvkirin û ev jî dibû sebeba pirsgirêkan, navê wê kirin trt şeş.. lê navê wê yê niha xweştir e..




3. navê ku bawer nakim ku cîhê trt 6ê bigre ye. ji ber ku trt 6 êdî di mêjiyê kurdan û tirkan de, erênî an jî neyênî, têra xwe bi cîh bûye. jixwe navê wê quzilqurtê çi dibe jî bila bibe, ne girîng e.



10.01.2015 22:37 | nazim tolhildan

4. (bnr: trt tirş)



10.01.2015 22:43 | azadixwaz

6. navek xweş e. nexwe dewletê êdî biryar daye ku zimanê kurdî weke fermî bipejirîne.



11.01.2015 09:23 | simurg56

8. qenala ku tu car ji navêtrt cehş xilas nabît



11.01.2015 20:26 | vêca çiyeeee

9. Kanalêka dewletê ya ke bala mi zî ant.

Hima newe mi da no kanal, belefîlmêkê derheqê nabetan agahî danê estîbî. Kurmancîya ci zî weş bî. La hele ma biewnê se beno...



11.01.2015 21:29 | endazyar

10. ji ber ku şablon e, ne tu tişt e!

min berê jî dariya kanala ha dikir, ez niha jî dikim û ez ê sibero jî bikim, bernameyên xweş û yên nexweş hene, mirovên zana û jidil hene yên qebrax û dilxerab jî hene, bi kurtasî guherîna navî tiştekî îfade nake



11.01.2015 21:41 | ferhenga şikestî

11. ji ber ku darî televîzyonê nakim ji zû de ye xebera min jê tunebû lê gava dî li ser youtubeê min darî çend beş ji bernameyên muxtelîf yên li ser vê kanalê kirin, kêfa min jê re hat, li gorî rojên pêşiyê kurmanciya kanalê baştir bûye, bernameyên wê yên nû jî pir baş in.. tê bîra min li ser roj tvyê bernameyeka ehmed huseynî hebû, camêr li ber ronkayeke gewr û li paş fona mûzîkeka klasîk behsa helbest û wêjeyê dikir, bavê min jî ligel ku wekê nefsên dî yên malê tu tişt jê fêhm nedikir lê ji bela ku bi kurmancî ye bi kotekî vekirî dihêlişt.. gava dî dema min darî beşeka bernameyeka têra xwe rohnî û mijara wê têkilÎ jiyana rojane a xelkê kir ew bernameya ehmed huseynî hat bîra min.. bila kes dilê xwe negire û wekê tirkên kemalîst meselê neyîne sêhra ne ji roj tvyê bûya te nedizanî bavê te kî ye.. mebesta min ji vê peyamê ne berawirdkirineke siyasî û îdeolojîk e..




12. (bnr: daxwend)



25.03.2015 00:28 | remlavêj

13. Kanalé Erdoğan Çekiriye, "Ciran Ciran" U Govenda Baş Heye



25.03.2015 19:18 | qoling

14. ew kanala tirşikçîyan u îsotçîyane.



27.03.2015 13:46 | tîrejên rojê

15. di salên 90an de radyoya TRT Diyarbakır hebû. Li Bakur tenê ev radyo bi kurmancî dikarî weşan bike.sibê heya êvarê dijûn li tevgera Kurd bi zimanê kurdî dikir. dem çû dewran guherî piştî ku Kurdan tvyên kurdî bi xwe ava kirin dewleta Tirk mecbûr bû ku pêşketinên Kurdan bişopîne û bi rêya tvyê jî bikare dijûnan gelê Kurd bike.



TRT û kurdî her dem çewtiyek paradoksek bi ser xwe ye. Çiqas xwe bi rengê gelerî yên Kurdan bixemlîne jî ew her TRT ye ew her dixwaze gelê Kurd ji doza Kurd dûr bigire.



27.03.2015 13:59 | bijêrvan

16. bariş sürecî yê tenê tiştek bixêr ji me re ma; ew jî wa kanala bû.



14.04.2015 19:29 | cinorek

17. qanaleka ji alî trt hatîye avakirin bi kurdî weşanê dike ji tinebunê çêtire .



14.04.2015 19:59 | shorbevan

18. kanala niha bikurdî direyên/diewtin.. kanal bi kurdî dibêje pkkya terorîst...kanala hetanî niha ez nabêjim çima têde xebitîne.. lê ji niha pêde xebatkarên wê yên kurd xwe difiroşin edî ne kurdin, kesên bi rûmet divê edî di vê kanalêde ne xebite..



06.01.2016 20:06 | shorbevan

20. qenala tirşikçiyan e. min berî demekê dirêj ji ser televîzyona xwe jê bir. xwedê nehêle.



06.01.2016 23:12 | simurg56

21. (bnr: tirşikçî?)

trt kurdî/83275 kanala ku di vê peyama hanêde tê gotin a tirşikçîyaye ne a meye bavo dinav kanaladeye wekî kanelekî tirk(ntv, cnn, habertürk, kanal 7,hilal tv..) dema meriv kanalan diguherîne carna meriv leqay tê deqekî pênc deqe meriv ji mejbûrî an meriv meraq dike ka çewane.. bi wî awayî meriv temaşe dike..



hişyarî: dibe min tirşikçî û tirşikvan bihev şaşkiribe..



06.01.2016 23:34 | shorbevan

22. (bnr: şorikçî)



07.01.2016 11:07 ~11:07 | arya jîyanda

23. Qenala ku tê de jinek bi navê sidar basut dixebite. Çi qas dikare baş be.



07.01.2016 12:19 | brusk56

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» trt şeş bêxêr be
» kurdî de tunebûna daçeka pirsê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî