Ferhenga înteraktîf
eznawir
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-eznawir

1. yek ji hespên navdar ên kurdistanê ye. navê hespê ferzende beg e, di kilama şakiro a li ser serhildana agirî û ferzende beg distrê de derbas dibe:



Lê Asyayê bi sê denga bang lê dike

Dibê de lê lê Besrayê

Hey lê agirê Helebê

Bi derê mala bavê te ketê

Tu rabe li ber çoka Ferzende rûnê

Tu bêje Ferzende mala te xirab be

Lo bila mala min jî pê re

Te digo ‘Ez Ferzende me ez Ferzende me’

Ez bavê Elfezya Siwarê Eznawir im

Xwedanê kuçik çapliya me

Rojê qale qalê oxirmê giran

Li welatê ‘ûçincî ordiyê’ de

Mêr di ser min re qet tune ne

Evya ne şerê me û Hesenan e

Ne şerê Heyderan e

Ne şerê Cibiran e

Ne şerê Sînikan e

Ne şerê duwazdeh bavê eşîratê giran e

Evya ecem e ‘bêşincî mezheb’ e

Ne dîn e ne îman e

Li gorî qarşî şerîeta Mûhemed

Li qarşî me disekine me dixapîne

Ji êvara Xwedê ve

Cinazê Silêmanê Ehmed

Bi tevî komê Hesenan ve



16.01.2016 12:22 | xendekî

2. Navê gundekî torê ye nêzîkî nisêbinê ye



22.12.2016 19:13 | gêjê

3. navê gelîyekî patnosê ye.
ev gelî, di nav sinorên eskeriyê de çeperkirî ye.
li ser vî gelîyî kelaya patnosê heye û dîroka kelayê digihe ûrartûyan.
dibêjin li vî gelîyî heta wanê, kanaleke avê bi destê ûrartûyan hatiyê çêkirin.



22.12.2016 20:57 | bûtîmar

4. bi tirkî, sinirtepe.
navê gundekî nisêbînê ye
li ber sînorê tirkî û sûrî ye.
li ba gund, girekî mezin, nêzikî 50-70 m heye, nizanim bi destên însana hatiyê afirandin an xwazayiye? Li ser vî girî, qereqolek heye, ji bo parastina sînor û hwd.
gund ji rêya îpekê 5 km bêhtir dûr e.



06.06.2020 17:17 | merwano

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» eznawir

Kategoriyên mijarê:: cand ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî