Ferhenga înteraktîf
mar û gumgumok
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-mar û gumgumok

1. dibêjin berê lingên mar jî hebûn.bi vî şeklî ji gumgumok bihêztir bû lewma gumgumok ji vê yekê aciz bû.rojek gumgumok ji bo ku mar bixapîne diçe cem wî û dibêje:

-birê min ê mar! tu ji min gelek bihêztir î lê tu nikarî qasî min wêrek bî.

mar dibêje:

-puhahaha asdfghtissss! ma qey tu kî ye ku, tu xwe ji min wêrektir dihesibînî.ez bi wêrekiya xwe navdar im.

bi vi awayî henekê xwe bi gumgumok dike.

gumgumok dibêje:

- madem tu wisa dibêjî were em wêrektiya xwe îspat bikin.eger ez hemû lingên xwe jê bikim tu jî diwêrî lingên xwe jê bikî?

mar dibêje:

-bi navê Xwedê eger tu lingên xwe jê bikî ez ê jî jê bikim.

gumgumok şûr digre û weke ku lingên xwe jê bike tevdigere lê ya rastî lingên xwe di bin zikê xwe de vedişêre.mar bi vê yekê dixape ew lingên xwe jê dike.piştî ku mar lingên xwe jê dike gumgumok lingên xwe derdixe meydanê.mar bi vê şaş dibe û fêhm dike ku hatiye xapandin.

gumgumok ji mar re dibêje:

-dibe ku tu ji min bihêztir û wêrektir bî lê ez ji te biaqiltir im.

ji wê rojê vir de qewmê maran bêling in û sond xwarine ku li ku derê gumgumok bibînin ew ê wan bikujin.



19.04.2016 21:11 | bayesar

2. (bnr: bêbextiya li feqîrê gumgumok nekin)





19.04.2016 21:19 | gumgumok

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» marakeş
» gumgumokê arîzonayê

Kategoriyên mijarê:: mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî